Tifaq bivênevê ye

Sêşem 18 Nîsan 2023 - 00:58

  • Beşdarên kongreya Rêveberiya Xweser a Şengalê ya 5´an didin zanîn ku tifaq bivênevê ye û Şengal nebe civaka Êzîdî jî wê nebe. 

ÎBRAHÎM ÊZIDÎ/ROJNEWS/ŞENGAL

 

Di Kongreya Rêveberiya Xweser a Şengalê ya 5´an de yek ji rojev û peyamên esasî bipêşxistina tifaq û yekîtiya civaka Êzîdî û her wiha bipêşxistina dîplomasiyeke xurt li ser navê civaka Êzîdî bû. Ji PADÊ Omer Saleh tifaq weke bivê nevê bi nav kir, Endama Sîwana Jinên Êzidî li Elmanyayê Sabriye Sevgat jî got, avakirina Şengalê ya heta niha destketiya Rêveberiya Xweser a Şengalê ye.  

Hevserokê berê yê PADÊ Omer Saleh got, ji bo tifaqa civaka Êzîdî were xurtkirin, vegera gel li Şengalê were zêdekirin û dengê Şengalê zêdetir bigihîje cîhanê, pêdivî bi vê kongre û nûkirina rêveberiyê hebû: “Ji bo biserxistina van karan jî pêwîst e têkilî û dîplomasî were bipêşxistin. Gelek êriş li dijî Şengalê hene, divê bi riya dîplomasiyê em karibin rê li ber van êrişan jî bigirin.”

 

Divê xelk meclîsê xurt bike

Omer Salih bi bîr xist ku Rêveberiya Xweser a Şengalê di rojên giran ên fermanê de hatiye avakirin û got, “Ev meclîs li gelê xwe, li axa xwe xwedî derket. Rojane êrişî  Rêveberiya Xweser a Şengalê dikin. Divê Meclîs ji aliyê rêxistinî, siyasî û dîplomasiyê ve xwe xurtir bike da ku karibe têkoşîna xweseriyê bimeşîne. Em bang li hemû Êzîdiyên li Şengalê û derveyî Şengalê dikin da ku xwedî li meclîsa xwe derkevin, meclîs jî xwedî li civaka xwe derkeve. Ji bo rê li ber van êrişan were girtin, divê pişta meclîsê were xurtkirin.”

 

Xweseriyê Şengal ava kiriye

Endama Sîwana Jinên Êzîdî li Elmanyayê, Sabriye Sevgat jî kêfxweşiya xwe ya beşdariya li kongrê anî ziman, bal bire ser guherîna avedaniyê ya li Şengalê û got, “Ez di sala 2016’an de jî hatibûm Şengalê. Di navbera 2016 û 2023´yan de biqasî çiyayekî bilind ferq heye. Ev bipêşketin encama kar û xebatên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Şengalê ye.”

 

Li ser Şengalê pîlanên xeter hene

Ji Malbenda YNK’ê ya Şengalê Derwêş Pîso jî bal bire ser giringiya kongrê ya ji bo civaka Êzîdî û got, “Heger em hev û du qebûl nekin, xelk jî me li ser axa Şengalê qebûl nake. Bila em zanibin, heger Şengal nema, Êzîdî nînin. Em li ser navê malbenda YNK’ê kongrê pîroz dikin. Kesên beşdarî kongrê bûne, lazim e xwîna şehîdan, fermana 2014’an ji bîr nekin. Li ser Şengalê pîlanên mezin hene,  divê em li ber xwe bidin.”

Derwêş Pîso xwest kongre bibe wesîleya tifaq û yekîtîya civaka Êzîdî: “Heger li ser axa Şengalê tifaq çênebe, li dereke din çênabe. Em daxwaz ji Êzîdiyan hemûyan dikin da ku vegerin ser axa Şengalê, tifaqa xwe xurt bikin da ku fermaneke nû bi ser Êzidiyan de neyê.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.