- Piştî êrişa bi balefirên şer a dewleta Tirk a li dijî avahiya Meclîsa Gel a Xanesorê, Rêveberiya Xweser rojekê deriyê tevahiya saziyên fermî yên Iraqê li Şengalê girtin û got, ti hukmê Bexdayê û serweriya wê nemaye.
Li ser hişyarkirina Rêveberiya Xweser a Şengalê ku ji ber bêdengiya hikûmeta Iraqê ya federal a li hemberî êrişên dewleta Tirk, saziyên fermî yên Iraqê yên li Şengalê doh nehatin vekirin. Rêveberiya Xweser diyar kiribû, ti hukmê hikûmeta Iraqê li Şengalê nemaye.
Êrişên li dijî Şengalê bi taybetî jî li hemberî rêveber û saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê, van demên dawiyê zêde bûne. Piştî ku 7’ê Kanûnê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda bi êrişa balafirên dewleta Tirk hate şehîdkirin, pêr êvarê jî balafirên şer ên dewleta Tirk bombe li avahiya Meclîsa Gel a Xanesorê barandin.
Piştî êrişê medyaya ser bi Mesrûr Barzanî ve, nexasim Kurdistan 24ʼê ev navenda Rêveberiya Xweser weke baregeha PKKʼê da nîşan û hewl da vê êrişa derveyî exlaqê şer û dijminhiyê ya li dijî Êzîdiyan jî rewa nîşan bide.
Êrişa li dijî Meclîsa Gel a Xanesorê ne tesadufî bû. Lewma amadekarî dihatin kirin ku doh bi beşdariya sazî û dezgehan, pêkhateyên Şengalê xêra Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê şehîd Merwan Xwedêda bide. Lê ji ber êrişê ev bernameya belavkirina xêrê betal bû.
Rayedarên Rêveberiya Xweser a Şengalê dan zanîn ku sazî, dezgeh û kesayetên hikûmeta Iraqê jî ji bo vê bernameyê hatibûn vexwendin. Lê tevî vê rastiyê jî hikûmeta Iraqê ne helwêst li hemberî êrişa 7’ê Kanûnê nîşan da ne jî rê li ber vê êrişa dawî girt.
Sedema dewama êrişan bêdengî ye
Li hemberî van êrişên ku bi hevkariya dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê têne kirin, di serî de hikûmeta Iraqê, bêdengiya hêzên navneteweyî dewam dike. Rêveberiya Xweser a Şengalê, li hemberî bêdengiya hikûmeta Iraqê bû xwedî helwêsteke cidî ya siyasî.
Rêveberiyê Bexda hişyar kir
Rêveberiya Xweser got, êdî hikûmeta Iraqê bi ti awayî nikare Şengalê biparêze û ti serweriya wê jî nemaye. Ji ber van sedeman, Rêveberiya Xweser pêr bi nivîseke fermî hemû sazî û dezgehên hikûmeta Iraqê yên li Şengalê û her wiha rêxistinên ku bi dewletên navneteweyî re kar dikin, doh deriyê xwe venekin.
Xelkê Şengalê Iraqê êdî qebûl nake
Ji ber ku êdî Şengal bi her awayî ji her cûre êrişan re vekirî ye, û helwêsta gel a li hemberî sazî û dezgehên hikûmeta Iraqê hatiye asta qûtbûnê, Rêveberiya Xweser helwêst û hişyariyeke bi vî rengî bi pêş xistiye. Li gorî hişyarkirina Rêveberiya Xweser ji bilî nexweşxane û dibistanan, ti sazî û dezgehên fermî doh li Şengalê deriyên xwe venekirin.
Li ser vê hişyarkirinê û helwêsta Rêveberiya Xweser a Şengalê, pirraniya sazî û dezgehên hikûmeta Iraqê yên li Şengalê doh dest bi kar nekirin.
Du ciwan birîndar kirin
Li nehiya Sinûnê ya ser bi Şengalê, ciwanan nerazîbûn nîşanî bêhelwêstbûna artêşa Iraqê ya li bermaberî êrişên Tirkiyeyê da. Hêzên artêşa Iraqê gule li ciwanan reşand. Li gorî agahiyan rojnamevan Nesrîn Hesen û ciwanê bi navê Ednan Hemed birîndar bûn.
ROJNEWS/ŞENGAL