Ti hinceta mayina li Iraqê nema

Yekşem 13 Tîrmeh 2025 - 18:00

  • Parlementer û şirovekarên siyasî yên Iraqê gotin ku piştî pêngava gerîla ya şewitandina çekan, êdî nikare ti hincetek ji bo hebûna hêzên dewleta tirk ên li Iraqê re bibîne. 

Têkildarî giringiya pêngava dîrokî ya gerîlayên azadiyê û hebûna hêzên artêşa Tirk a li nav xaka Başûrê Kurdistan û Iraqê de, parlementer û şirovekarên siyasî yên Iraqê axivîn.

Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve ya Parlementoya Iraqê Muxtar Musewî, da diyarkirin ku pêngava gerîla ya şewitandina çekan peyamek zelal bû û nîşanî cîhanê dan ku ew amade ne dest bi xebata siyasî û demokratîk bikin.

Muxtar Musewî got: “Piştî vê pêngava gerîla êdî Tirkiye nikare ti hincetek ji bo hebûna hêzên xwe yên leşkerî li nav Iraqê de bibîne. Niha top li aliyê dewleta Tirk e û berpirsyartiyek dîrokî ketiye ser milên Enqereyê da ku helwesta xwe li beramberî vê pêvajoyê nîşan de. Her wiha Tirkiye di nava ceribandineke rastîn de ye ka wê girêdayî peymanan bimîne û leşkerên xwe vekişîne yan na.”

Şirovekarê Siyasî Mehmûd Huseynî jî li ser mijarê got: “Dewleta Tirk bi eşkere û bi israr daxwaza parêzgehên Dihok, Musil, Kerkûk û Silêmaniyê dike. Ji ber ku van cihan wek xaka xwe dibîne.”

Di dewamê de Mehmûd Huseynî da zanîn ku ew ne di wê baweriyê de ye dewleta Tirk dawî li hebûna hêzên xwe yên di nava Iraqê de ne bîne û got: “Çavberdana ser xaka Iraqê ji şerê li gel PKK’ê derbas kiriye. Tirkiye şerkirina li gel PKK’ê tenê wek hincetekê bi kar tîne, lê armanca dewleta tirk dagirkirina xaka Iraqê û zindîkirina Împaratoriya Osmaniya nû ye.” ROJNEWS-BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.