Ti ferqa PDK û DAIŞ’ê tine ye

Sêşem 5 Adar 2024 - 00:36

MEDYA HESEN / ROJNEWS / ŞENGAL

3’ê Adara 2017’an PDK çeteyên xwe yên bi navê ‘Roj‘ bir ser Xanesora Şengalê û xwest bi darê zorê ev çeteyên girêdayî xwe yên kirêgirtî bicîh bike. Gel li dijî vê hewldana dagirkeriyê ya PDK’ê rabûn û berbi cihê ku çete dixwestin bikevinê ve meşiyan. PDK girseya gel gulebaran kir. Di encamê de Rojnamevan Nûjiyan Erhan û jina ciwan a bi navê Nazê şehîd xist. Dayê Sînem Îbrahîm ku di xwepêşandana li dijî êrişên PDK’ê de cih girt, axivî. Dayê Sînem got ku dema çeteyên PDK’ê li dijî Şengalê ketin tevgerê, ew jî ji bo nerazîbûn nîşan bidin meşek li darxistin û got:“Em ji bo xêrê çûbûn, ne ji şer re. Piştî hingê PDK’ê bombeyên gazê avêt nava gel û êriş kir. Di vî şerî de hevala Nûjiyan ya rojnamevan hate şehîd kirin û keçeke me ya Êzidî Nazê jî şehîd bû. Her wiha du gerîlayên li dijî şer rabûn jî şehîd kirin. Ez bi xwe jî li qadê ketim û min nekarî rabim ser xwe, kurê min, min rakir.”

Dayê Sînem êrişa çeteyên PDK’ê ya 3’yê Adarê wekî fermanekî dibîne û dibêje:“Ferqa PDK’ê û DAIŞ’ê li gel me tine ye. Çeteyên DAIŞ’ê jî jin û keçên Êzidî girtin, qetilkirin û firotin. Ti ferqa mala Barzanî û DAIŞ’ê û dewletên din tine ye. Di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de jî yê me firot û di nav lepên DAIŞ’ê de hişt PDK’ê bû. Di 3’yê Adarê de vê carê bi xwe êriş pêkanî. Li wir hevala me Nûjiyan û Nazê jî şehîdxistin. PDK-DAIŞ û dewleta Tirk jî li ba me hemû wekhev in. Li her derê şerê li dijî me didomînin. Li çiyayan jî û li her derê PDK’ê destê xwe dide dewleta Tirk. Şerê hevalan dikin, şerê gerîla û gel dikin. Her wekhev in!”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.