Teyrê Sîmîr li hember karbonê!

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 22 Tebax 2024 - 00:33

  • Huner ew tişt e ku hizr û bîra xelkê ber bi tiştekî nû ve bibe û hişyariyekê ava bike. Enstalasyona bi navê “Carbon Phoenix” (Teyrê Sîmîr) ê Benjamin Von Wong jî balê dibe ser komira biyolojîk û nîşan dide bê ev komir çawa dijminê karbonê ye.

Hunermend Benjamin Von Wong ji bo bala xelkê bibe ser pirsgirêkên hawirdorê û avûheweyê enstalasyoneke balkêş çêkiriye. Wî vê carê li Taylandê bi komira biyolojîk peykerekî bi navê “Carbon Phoenix” (Teyrê Sîmir) çêkiriye. Peyker bi qasî 20 metreyan bilind e. Von Wong bi vî peykerê dixwaze taybetmendiyên komira biyolojîk û her wiha sûdeyên wê parve bike. Von Wong beriya niha jî dîsa bi malzemeyên hazir enstalasyonên ku bala xelkê dibin ser pirsgirêkên cuda yên li dinyayê çêkiribû. Bi gelek xebatên xwe balê dibe ser qirêjiya li dinyayê û dixwaze bi rêya hunerê di vî warî de helwêstekê biafirîne.

Komira biyolojîk ku di heman demê de weke dijminê karbonê jî tê zanîn, bi destan tê çêkirin. Yanî piştî ku hin qirş û dar tên şewitandin ev komira xwezayî tê bi dest xistin. Ev komir cara ewil bi destê zanayên xwecih hatiye çêkirin ku wan pirr li xwezayê difikirî û li ber diketin. Li gor zanyaran jî ev komira xwezayî ya bi destan tê çêkirin ji %89 karbona li xwezayê têk dibe û ji bo hawirdorê komireke pirr baş e. Taybetmendî û her wiha sûdeyên vê komirê bala Von Wong gelekî dikşîne û li ser vê yekê ew diçe Taylandê tevî xebatkar û gundiyên ku komira biyolojîk çêdikin dixebite. Piştî demekê bi hevre peykerekî dîtbarî yê mezin çêdikin û dixwazin bi vî peykerê xelk hay ji başiya komira biyolojîk hebe.

Qeniciyekê li xwezayê bikin

Von Wong û ekîba xwe bi qasî du hefteyan li ser vî peykerê hûr dibin û di dawiya sê hefteyan de peykerê ku dişibe Teyrê Sîmîr çêdikin. Wan vî peykerî di nav xwezayê de çêkiriye. Von Wong ji bo peykerê ku çêkirine dibêje; “Em bi vî peykerê bê hempa de tenê balê nabin ser pirsgirêkên hawirdorê. Yanî tenê behsa pirsgirêkan nakin. Her wiha em behsa çareseriyan dikin ji bo ku em pêşî li guherîna avûhewayê bigirin. Tiştê herî baş ewe ku xelk hay ji vê komirê hebin û heta ji wan were vê komirê bikarbînin. Heger wisa bikin ew ê qenciyekê li xwezayê û avûhewayê bikin.”

Lêgerîna çareseriya karbonê

Peykerê “Carbon Phoenix” îro li bajarê Ratchaburî yê Taylandê danîtiye û weke sembolo li dijî karbonê disekine. Von Wong herî dawî di derheqê enstalasyona xwe de van tiştan dibêje; “Bi hêviya ji bo pirsgirêkên karbonê bibe çareseriyek û xelk hay ji pirsgirêkên bi vî awayî yên hawirdorê hebin. Divê komira biyolojîk bêhtir were bikaranîn da ku karbona li xwezayê bêhtir were mêhtin û kêm bibe. Her wiha dixwazim hunermend û sinehetkar di karên xwe de hewl bidin vê komirê bikarbînin. Bi hêviya ev peyker vê teşwîqê pêk bîne û îlhamê bide wan.”

Salê 35 milyar ton karbon!

Gava hin malzemeyên organîk tên şewitandin piştî şewatê karbon (karbondîoksît) yanî “CO2” ava dibe li xwezayê. Bi rêya oksîjenê (O2) karbon ava dibe. Ji xwe CO2 yek ji xazên serayê ye ku dibe sedema germbûna bêhtir a dinyayê. Lê heger ev malzemeyên organîk di rewşeke ku oksîjen lê pirr kêm be de werin şewitandin karbon yanî “C” zû bi zû ava nabe. Li dinyayê her sal 35 milyar ton CO2 yanî karbon ava dibe û heger rêyên çareseriyê neyên dîtin ev karbon zû bi zû kêm nabe û ji bo siberoja avûhewayê xetereyeke mezin e. 

Axir komira biyolojîk a ku bi destan tê çêkirin tenê ne dijminê karbona li xwezayê ye. Ev komir di heman demê de ji axê re jî baş e. Her wiha dijminê hişkesaliyê ye jî û toksînan jî ji holê radike. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.