Li Şengalê piştî dewreya perwerdeyê bi merasîmekê 50 endamên nû tevlî xebatên ewlehiyê ya Asayîşa Êzidxanê bûn.

Welatiyên Êzîdî roj bi roj parastina xwe û rêxistinbûyîna xwe xurt dikin. Ji dewreya Şehîd Serhed a Akademiya Şehîd Şengal 50 endamên nû mezûn bûn û bi merasîmek leşkerî tevlî Asayîşa Êzidxanê bûn. Endamên nû ji gund û navçeyên Şengalê ne.

Dewreya perwerdeyê mehekê berdewam kir. Di mehekê de perwerdeya disîplîna leşkerî, dîroka Êzidxanê û xweparastinê perwerde hate dayîn.

Yek ji rêveberên Asayîşa Êzidxanê Hisên Şengalî di merasîmê de axivî û got: “Em di rewşekî re derbas dibin ku êrişên derve û hundir gelek li ser me hene. Ji bo vê jî mezinkirina hêzên ewlekariyê ji me re pêwîst e. Em dibînin roj bi roj hêzên me zêde dibin û xwe bi rêxistin dikin. Pêwîst e ku kesên beşdarî dewreyê bûne, li gor qanûnên Asayîşa Êzîdxanê tevbigerin. Ji ber ku niha çavê gelê me li me ye û divê em ji bo parastina wan tim û dayîm amade bin.”

ROJNEWS/ŞENGAL