Tevlî festîvalê bibin

Duşem 12 Hezîran 2023 - 13:50

Festîvala Jinê ya Zîlan ku îsal cara 17'an li bajarê Gelsenkîrchenê bi pêşengiya yekîtiya Jinên Kurd a li Elmanyayê (YJK-E) tê lidarxistin. Festîval wê diyarî Evîn Goyî bê kirin ku 23'ê Kanûnê li Parîsê hate qetilkirin. Bi navê Komîteya Amadekar a Festîvalê endama TJK-E'yê Nûpel Mûnzûr axivî û ji bo tevlîbûnê bang kir.

Mûnzûr bi bîr xist ku li gelek welatên Ewropayê bi çanda jinê festîval têne lidarxfistin û got:"Festîval bi navê jin ên şehîd ên pêşengên tevgera jinê têne lidarxistin. Zîlan ji bo me manîfesto ye. Ji bo jinan sembola azadiyê ye. Taybetmendiya festîvalên jinan çi ye, jin ên şehîd bûn çi ava kirin; ji bo vê girîng e. Jinên şehîd çandeke berxwedanê afirandin. Bi sûdwergirtina ji vê çandê em her sal festîvalan lidar dixin."

Çanda berxwedanê li pêş be

Mûnzûr destnîşan kir ku di festîvala îsal de bi taybetî çanda berxwedanê wê li pêş be û got:"Em dixwazin jinan bi vê çanda têkoşînê bidin naskirin û vê çandê hîn bêhtir belav bikin. Ev yek çanda me ye, ji bo vê jî divê çanda jinê belav bibe. Em gelê Kurd xwedî çandeke dewlemend e. Lê belê dixwazin ji aliyê estetîk ve hîn bêhtir bi pêş bikevin. Ji aliyê hunerî ve em dixwazin hîn bêhtir bi pêş bikevin.’’ Mûnzûr ragihand ku bernameya festîvalê bi rengekî welê hate birêxistinkirin ku xitabî çar parçeyên Kurdistanê bike û destnîşan kir ku di cewhera bernameyê de wan ji xwe re kirine esas ku çanda bi pêşengiya jin ên pêşeng ên şehîd hatiye afirandin, vebêjin.

Bernameya festîvalê

Di bernameya festîvalê de wê gelek hunermendên ji Rojava û Rojhilat derkevin ser dikê, li Bakurê Kurdistanê komên ku ji zarokatiyê ve karên hunerê dikin wê hunera xwe nîşan bidin. Li gel komên govendê wê Jin Ma, Mizgîn Tahîr, Kevana Zêrîn, Eylem Aktaş, Beser Şahîn û Fîrmesk, her wiha komên muzîkê hunera xwe nîşan bidin. Ew ê li ser felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' panel bêne lidarxistin. Berhemên bi keda jinê hatine afirandin wê li standan bêne nasandin. Her wiha wêneyên jinan ên li ser mijara têkoşînê wê li binê konekî bêne nîşandan. Ji bo zarokan jî wê li konekî cuda çalakî bêne lidarxistin

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.