Tevî qedexeyê jî 1’ê Gulanê pîroz bû

Pêncşem 2 Gulan 2024 - 00:50

  • Qada Taksîmê ya Stenbolê ku ji bo karker û kedkaran semboleke dîrokî ye tevî biryara binpêkirinê ya Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ji pîrozbahiyên 1’ê Gulanê re hate girtin. 

Sendîka û mûxalefeta ku biryara qedexeyê ya Walîtiyê nas nekirin xwestin ku li Saraçhaneyê kom bibin û ber bi Taksîmê ve bimeşin. Lê rêyên ku diçin Qada Taksîmê di saetên serê sibê de hatin girtin. Li kolan û cadeyên ku diçin qadê destûr nehat dayîn ku wesayît jî park bikin. Wesayîtên li otoparkên Taksîm, Şîşhane, Kabataş, Mecîdiyekoy, Şîşlî, Saraçhane, Qada Beşîktaşê û Dolmabahçeyê parkkirî bûn jî hatin rakirin. Hemû rêyên ku diçin Cadeya Îstîklalê û Taksîmê bi bariyerên polîsan hatin girtin.

Her dever hatin girtin

Qada Taksîmê jî beriya çend rojan bi bariyerên polîsan hate girtin û hate qedexekirin. Li aliyê din li Beşîktaş, Beyoglû, Şîşlî, Fatîh û Kadikoyê jî konteynirên çopî yên li ser cadeyan kevir û madeyên weke wî hatin rakirin. Li van deran destûr nedan ku wesayît û personelên şaredariyê jî bisekinin.

Walîtiya Stenbolê, rêyên bejahî yên hatin girtin, guhertinên di veguhestina behr û rêyên hesînî û rêyên alternatîf aşkere kirin. Di rêyên bejahiyê de sînordarkirinan saet 04.00’an di veguhestina behr û rêyên hesînî de jî saet di 05.30’an de dest pê kir.

Em ê bi hev re bimeşin

Hevseroka Giştî ya KESK'ê Ayfer Koçak a qedexekirina pîrozbahiyên li Taksîmê rexne kir.

Koçak da anî zimên  ew ê bi awayekî hemwext ji Beşîktaş û Saraçhaneyê heta Qada Taksîmê bimeşin û wiha dewam kir: "Heta ku em hemû li hev necivin, li cihên kombûnê neyên cem hev û dest bi meşê nekin, aliyê din meş naçe.’’

Biryara qedexeyê nasnekirin

Endamên Meclîsên Jinê yên Sosyalîst (SKM), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Federasyona Komeleyên Ciwanan a Sosyalîst (SGDF), Alinterî, Kolektîfa Ekolojiyê ya Polen (PEK) ji bo pîrozkirina 1'ê Gulanê ku dixwazin li Qada Taksîmê pêk bînin, li Okmeydani ya Şîşlî li hev kom bûn.

Êrîş birin ser çalakiyan

Di çalakiyan de ku dirûşmên "Taksîm a me ye, wê ya me bimîne", "Bijî yekê Gulanê" têne qîrîn, pankartên bi nivîsên "Li ber xizaniyê rabe, xwe bi rêxistin bike, bijî 1'ê Gulanê" hatin hildan. Polîsan li gelek deveran êrîş birin ser girseya gel a ku dixwaze xwe bigihîne Taksîmê. Gelek kes bi lêdanê hatin destgîrkirin. Endamên Partîzan, Ciwanên Demokrat ên Nû (YDG) li Okmeydani li pêşiya Nexweşxaneya Dev û Diranan li hev kom bûn û meşiyan. Di çalakiyê de dirûşma "Her der Taksîm, her der bexwedan" hate qîrîn. Polîsan li vê derê jî êrîş birin ser girseya gel ku ber bi Qada Taksîmê ve dimeşiya. Li Okmeydani jî endamên Partiya Şoreşger ji bo ber bi Qada Taksîmê ve bimeşin li gelek nuqteyên cuda li hev kom bûn. Li gel kombûnê her wiha êrîşên polîsan jî li hemberî girseya gel a li çalakiyan dewam kir.

Li Saraçhanayê êrîş

Di pêşengtiya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Odeyên Endezayar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB), Yekitiya Bijîşkên Diranan a Tirk û Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) karker îro serê sibê li Saraçhaneyê hatin ba hev. Karker wek kortej ber bi Taksîmê ve dest bi meşê kirin. Polîsan li pêşiya sûrên Saraçhaneyê pêşî li girseyê girt û bi guleyên plastîk û xaza îsotê êrişî çalakgeran kir. 

Karker bingehê têkoşîna hevpar in

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ku ji bo bimeşe Taksîmê hate Saraçhaneyê, got ku ji bo têkoşîna kedkar, xizan û karkerên Tirkiyeyê li ser bingeheke hevpar bikin yek dê bixebitin. 

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan tevî rêveberên partiyê û partiyiyan ji bo bimeşin Taksîmê hatin Saraçhaneyê. Bakirhan li vir axivî û banga têkoşîna hevpar li hemû komên civakî kir. 

Bakirhan got,“ DEM Partî bi alîgirên xwe, bi girseya xwe, bi kedkar û xizanên Kurd li gel çîna karker a Tirkiyeyê ji bo piştevaniya bi kedkarên Tirkiyeyê re li vê derê ne. Em baş dizanin ku heke em bikaribin bi rêya yekitî û têkoşîna karkeran, têkoşîna demokrasî û azadiyê bînin gel hev wê bikarin bingeheke xurt a têkoşînê ava bikin.’’ 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.