Tevî agirbestê êriş dewam dikin
Çarşem 5 Adar 2025 - 03:15
HPG'ê ragihand ku hêzên wan di pozîsyona agirbestê de ne, lê belê artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe yên hewayî û bejahî dewam dike. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrîşên dewleta Tirk daxuyaniyek da û wiha got:"Piştî daxuyaniya agirbestê ya partiya me PKK'ê û fermana Fermandariya me ya Biryargeha Nvaenda Parastinê ya Gel, hêzên me ji 1'ê Adara 2025'an û pê ve ketin pozîsyona agirbestê. Lê belê li gel ku hêzên me di pozîsyona agirbestê de ne, êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên hewayî û bejahî yên li hemberî gerîla dewam dikin. Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker û destwerdanên hêzên me yên gerîla yên ji bo rawestandina êrîşan di çarçoveya parastina rewa de têne kirin, bi vî rengî ne:
Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê
26'ê Sibatê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran dest li dagirkeran hate werdan ku di nava liv û tevgerê de bûn.
27'ê Sibatê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran dest li dagirkeran werdan.
1'ê Adarê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 2 caran dest li dagirkeran hate werdan ku dixwestin ber bi tunelên me ve biçin û teknîka şer bi cih bikin. Di encama vê destwerdanê de dagirkerek hate cezakirin.
Li Herêma Garê
26'ê Sibatê li herêma Dînartê di encama êrîşa bi balafirên şer de hevrêyê me Delîl şehîd bû. Agahiyên berfireh ên li ser nasnameya hevrêyê me yê şehîd bû wê piştre bi gelê me yê welatparêz û raya giştî re bêne parvekirin.
Sûcên şer ên artêşa Tirk
1'ê Adarê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 4 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
1 û 3'ê Adarê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 3 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.
Di navbera 1, 2 û 3'ê Adarê de li herêma Garê qadên Spîndarê, Girê Meskenê, Dêreşê û Deşta Kafyayê 6 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
Di navbera 1, 2 û 3'ê Adarê de li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Berê Zînê, Lolan, Kendekola 28 caran, li Herêma Garê qadên Deşta Kafya, Dêreşê, Spîndarê, Mijê, Girgaşê, Girê Zengil, Kanî Sarkê, Zêvkê 138 caran, li Herêma Metînayê qadên Serê Metîna, Şêlazê, Bêşîlî 173 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê Amediyê 733 caran; bi giştî 1072 caran bi çekên giran û obusan hatin bombekirin."
BEHDÎNAN