Hêzên PDK’ê ku liv û tevgera li dora Herêmên Parastinê yên Medyayê yanî gerîlayên HPG’ê didomînin, di salekê de li herêmeke bi sedan kîlometre fireh û dirêj de bidehan bend, baregeh çêkirin û çekên giran bi cih kirin.
Nexasim ji aloziya dema Zînê Wertê û vir ve tevgereke zêde ya hêzên PDK´ê heye. Piştî ku dewleta Tirk a dagirker 23’yê Nîsana 2021´ê êrişên mezin li dijî Metîna, Zap û Avaşînê dan destpêkin jî, hêzên PDK’ê careke din ketin nava tevgerê. em behsa çendekan ji wan dikin:
18´ê Adara 2020´an: Wezareta Pêşmergeyan Lîwaya 7´an a Piyade a Soran li devera Zînî Wertê bi cih kir.
Li ser nerazîbûnan Wezareta Pêşmergeyan diyar kir ku ew hêz ji bo demeke kurt çûye herêmê, lê piştre paşve nehat kişandin.
13´ê Nîsana 2020´an: PDK hêzeke zêde ya pêşmergeyan tevî gelek çek û cebilxaneyan şand Zînî Wertê.
17´ê Nîsana 2020´an: Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê êrîşa balafirên dewleta Tirk a dagirker a li Zînî Wertê ya 15´ê Nîsanê de daxuyaniyek da: “PDK’ê li Zînî Wertê baregehek Pêşmergeyan çêkiriye û xwestiye qadên gerîla dorpêç bike. Di êrîşên balafirên dewleta Tirk ên li ser vê herêmê de 3 gerîlayên ku yek ji wan ji Rojhilat, yek ji Rojava û yek jî ji Bakûrê Kurdistanê ye, şehîd bûn. Yekîneya 3 kesî ya gerîla, çûbûn kampa ku pêşmergeyên PDK’ê lê bi cih bûne û ji wan re gotine ku hebûna wan a li vir rast nîne û xwestine ji wir derkevin.
25´ê Cotmeha 2020´an: PDK’ê hêzeke taybet a bi navê Gulan a yekser ser bi Mesrûr Barzanî, li gel çekên giran şand deverên bajaroka Dînartê û deşta Nehlê yên nêzî çiyayê Garê. 26’ê Cotmehê ev hêz û çekdarên bi navê ‘Pêşmergeyên Roj’ bi çekên giran şandin sînorê bajarokê Dînarte yê navçeya Akrê ya girêdayî Dihokê.
28´ê Cotmeha 2020´an: PDK’ê hêzên Gulan û Roj şandin komelgeha Bakurman a li sînorê Dînarte.
30´ê Cotmeha 2020´an: PDK’ê ji Bamernê heta Dola Dîma û herêma Bêrwer hêz û çekên giran bi cih kirin.
4´ê Mijdara 2020´an: PDK’ê hêzên xwe ber bi qadên gerîla yên li herêma Behdînan ve xist tevgerê. Gerîla bi xweparastinê dest werda vê hêza PDK´ê.
5´ê Mijdara 2020´an: PDK´ê hêzên Gulan û Roj li bajarokê Rewanduzê, li nava sînorê YNK’ê li Girê Simure, Girê Tuşreke li baregehên nû bi cih kirin. Hêzek jî derbasî gundê Gewran bû.
25´ê Mijdara 2020´an: PDK´ê hêzeke 300 kesî bi 56 wesayîtên zirxî li navbera Çoman û Hecî Umranê bi cih kirin. PDK’ê li gundê Qumriyê (li Kanî Masiyê) bendek kontrolê danî.
28´ê Mijdara 2020´an: PDK’ê zêdetirî hezar çekdarî bi çekên giran, şandin Çoman û Hacî Omeranê.
4´ê Kanûna 2020´an: PDK’ê li bajarokên Qesrê û Wertê yên Rewanduzê, li ser girên bilind û çeperên kevin ên dema şerê YNK û PDK´ê bi cih kirin.
13´ê Kanûna 2020´an: Li gundê Sêgirê yê Amediyê hêzên PDK’ê êrişî gerîlayên HPG’ê kir. Di êrişê de 3 gerîla birîndar bûn.
5´ê Hezîrana 2021´ê: Li Amêdiye PDK’ê hêzek zêde ber bi herêma Metîna ve şand. Hingê di maşîneke pêşmergeyan de teqîn çêbû û 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da. HPG´ê got elaqeya wan bi teqînê re nîne. PDK´ê heyeta ku çû lêkolînan bike asteng kir û nehişt maşîna teqîn tê de çêbû bibîne.
7´ê Hezîrana 2021´ê: PDK’ê hêzeke mezin şand herêma Berdenazê ya Hacîomranê.
24´ê Tîrmeha 2021´ê: Hêzên PDK’ê li navbera girê Çarçel û girê Hekarî yên Metîna, ber bi qadên gerîla ve çûn û alozî derket. Di heman kêliyan de balafirên keşfê yên dewleta Tirk liser herêmê firiyan.
26´ê Tîrmeha 2021’ê: Çavkaniyên herêma Şeladizê ragihandin ku hêzên PDK’ê yên Şeladizê amadekariyan dikin ku xwe bigihînin devera Rênçbiraxa. Ev dever di nava herêmên gerîla de ye.
ROJNEWS/SILÊMANÎ