• Şandeyeke Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) bi serokê Hevpeymana Dewleta Yasa, Nurî Malikî re civiya. 

Şandeyeke Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) bi serokê Hevpeymana Dewleta Yasa, Nurî Malikî re civiya. Di civînê de behsa rewşa Iraq û encamên hilbijartinê hate kirin.

Şanda Tevgera Azadiyê bi serokatiya cihgira Hevserokên Tevgera Azadî Tara Hisên, li Bexdayê bi serokê Hevpeymana Dewleta Yasa Nûrî Malikî re civiya.

Li gorî Ofîsa Ragihandinê ya Tevgera Azadî, di civînê de behsa rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê hatiye kirin. Herwiha encamên hilbijartinên pêşwext ên Iraqê jî mijara civînê bûne.

Li gorî ofîsa ragihandinê, şandeya Tevgera Azadiyê di civînê de behsa projeyên xwe yên ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Iraq û Herêma Kurdistanê kiriye. Her du aliyan jî xwest peywendiya wan bi hêz bibe. 

BEXDA