Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî zextên vê dawiyê yên li dijî Şengalê, daxuyaniyeke nivîskî da.
TEV-DEM’ê got, “Civaka Êzîdî ya Şengalê, parastina nirx, çand û mîrasa xwe ya dîrokî kir, ciwanên wê di oxira parastina xwe ji terora DAIŞ´ê de canê xwe dan, lê ne ji destwerdana mirovî û exlaqî ya YPG’ê ji Rojavayê Kurdistanê de bûya, ya ku jiyana bi hezaran ferdên ji civaka Êzîdî rizgar kir, dê wê demê komkujiya sedsalê pêk bihata û gelek sûc li dijî mirovahiyê çêbibûna.
Civaka Êzîdî ya Şengalê li ber xwe da û teror têk bir û bi saya keda şervanên YBŞ’ê, YBŞ-Jin û Hêzên Asayîşa Êzîdxanê, Rêveberiya Xweser a Demokratîk ava kir. Xweşikbûna Iraqê bi xweşikbûna vîna Êzîdiyan a azad ve girêdayî ye. Gelo çawa federaliya Iraqê hebûna Êzîdî înkar dike û qebûl nake Êzîdî nasnameya Iraqê hilgirin, dergeh û deriyên bi ser Şengalê ve ji zêdetirî 3 mehan ve girtine. Ev yek jî provoksyon û çandina fitneya taifî ye ku dibe li herêmên din wekî Bexdayê çêbibe.
Tevlîbûna Iraqê ya lihevkirinên bi Hewlêr û Enqereyê re yên li dijî nirxên civaka Êzîdî ya Şengalê, nakevin xizmeta Iraq û gelê wê, lê belê destpêkê dikeve xizmeta sûdwarên sereke yên ku Şengal û şêniyên bê parastin li hember terora DAIŞ’ê hiştine û piştre dikeve xizmeta dewleta Tirk a dagirker a ku tevahiya rêbazan bi kar tîne, da ku Şengalê ji Êzîdiyan vala bike û îslamiyên tundraw li şûna wan bi cih bike. Em weke TEV-DEM’ê bang li gelê Kurd bi giştî, civaka Êzîdî bi taybet û tevahî rêxistinên civaka sivîl dikin da ku bi tevahî derfetên xwe seferber bikin û bibin xwedî helwêstên guncaw ji bo vîna civaka Êzîdî ya Şengalê. Ji ber îro ji ber kesên piştgirî dane rêxistina DAIŞ’ê ku komkujî li dijî şêniyên Şengalê pêk anîne, civaka Êzîdî ya Şengalê beramberî fermaneke nû ye. Îro jî li dora şêniyên Şengalê şovenîstên Beesî kom bûne da ku vîna wan têk bibin û gelek komkujiyan pêk bînin û ev komkujî nakevin ximzeta kesekî.
Divê hikûmeta Iraqê baş bizane ku berjewendiyên gelê Iraqê ne ji bo xizmeta PDK’ê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst in û çi biryareke çewt were dayîn, dê ji bo vejandina DAIŞ’ê li tevahiya Iraqê bibe piştgiriyek."
NAVENDA NÛÇEYAN