‘Teslîm nebû hat kuştin’

În 26 Mijdar 2021 - 23:05

  • Pêr êvarê li Ranyayê ji fermandarên YNK´ê Murad Kanî Kurdeyî tevî kurê xwe û pismamê xwe hat kuştin.

Pêr êvarê li Ranyayê ji fermandarên YNK´ê Murad Kanî Kurdeyî tevî kurê xwe û pismamê xwe hat kuştin. Di heman bûyerê de endamekî hêza dijeterorê ya YNK´ê jî hat kuştin. Serê pêşî ji ber ku cenaze nedan malbatê, nûçeyên li ser birîndarbûna Murad Kanî Kurdeyî hatin belavkirin. 

Lê medya fermî ya YNK´ê ev mesele safî kir: Fermandarê YNK’ê Murad Kanî Kurdeyî dema hêzên ewlehiyê xwestine wî bikin nezaretê, ew li ber hêzên ewlehiyê rabûye û hatiye kuştin.

Li navçeya Ranya ya ser bi Silêmaniyê pêr êvarê li dijî wesayîteke ku Fermandarê YNK’ê Murad Kanî Kurdeyî tê de, êriş pêk hatibû û hatibû gotin ew miriye. Lê ji ber ku cenaze nedan malbatê, ev yek hîna paşê piştrast bû. 

Medya fermî ya Yekîtiy Nîştimaniy Kurdistan (YNK) li ser zimanê çavkaniyên ji nava YNK´ê got: “Dema ku hêzên ewlehiyê xwestine Murad Kanî Kurdeyî ku biryara kirina wî ya nezaretê hebû, bigirin, li ber hêzên ewlehiyê rabûye û karmendekî hêzên ewlehiyê şehîd kiriye û karmendekî din jî birîndar kiriye. Di encamê de hêzên ewlehiyê bersivê didin û Murad Kanî Kurdeyî dikujin.”

Kurdeyî weke kesekî nêzîkî Lahur Şêxcengî Talabanî dihat nasîn. 

SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.