Serokê Desteya Bilind a Cihbicihkirina Xala 140´î ya Destûra Iraqê, Hadî el-Amîrî, ji walîtiya Kerkûkê xwest ku peymanên bikaranîna zevî û milkan a cotkarên Ereb, ên ku rejîma Beesê biribûn Kerkûkê, neyên dirêjkirin. Hadî el-Amîrî bi nameyeke ji wezarata çandê ya Iraqê re xwest, “tevdîrên lazim bên girtin û Komîte bê agahdarkirin.”
Li gorî nûçeya di KirkukNowê de daxuyaniya Hadî el-Amîrî piştî teblîxata wezaretê hatiye eşkerekirin. Piştî ku sala 1968´an Bees bû desthilat, dest bi projeya Erebkirina Kerkûkê kiribû. Hîna jî ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê dewam dike. Hikûmeta serokwezîrê Iraqê Muhammed Şîî el-Sûdanî, xala 140´ê bi cih neîne jî bi hin gavan dixwaze alozî kêm bibe. Teblîxata li ser dirêjnekirina peymanên zevî û milkên Erebên li Kerkûkê bicihkirî, ji walîtiya Kerkûkê û ji kabîneya Iraqê û jin hin saziyên din ên dewletê re jî hat şandin. Teblîxata Hadî el-Amîrî we disipêre biryara kabîneya Iraqê ya sala 2012’an a hejmar 29. Wê biryarê digot, lazim e peymanên zevî û milkên Erebên ku rejîma Sedam Husên li Kerkûkê bi cih kirine, neyên dirêjkirin.
Deste ji nû ve çalak dibe
Di teblîxatê de hat xwestin ku li gorî biryara 29´an a kabîneyê ya sala 2012´an peymanên zevî û milkên ne yên Ereban e û dane Ereban, bên betalkirin. Di teblîxatê de hat gotin, Desteya Bilind a Cihbicihkirina Xala 140´î ji nû ve çalak bûye û yek ji karên wê yên esasî wê bibe ew ku meseleya zeviyên li herêmên li ser wan nakokî heye yên Kurdistanê, çareser bike.
Qirkirina etnîk 1970’yî dest pê kiribû
Li gorî biryare komîteya bakur a rejîma Beesê, zeviyên cotkarên Kurd ji wan hatibûn stendin û ew dabûn Erebên ji deverên din ên Iraqê. Ev siyaset parçeyekî sirgûnkirina Kurd û Tirkmenên Kerkûkê ya partiya Beesê bû û tevahiya salên 1970´yî dewam kir. Bi vî awayî zevî û milkên nexasim başûr û başûrrojavayê Kerkûkê ji xwediyên wan ên eslî hatibûn stendin û qirkirina etnîk a li dijî Kurd û Tirkmenan bi cih hatibû anîn.
KERKUK