Terorîst dewleta Tirk e

Nûçeyên Dîaspora

Yekşem 10 Kanûn 2023 - 10:43

  • Kenan Ayas di parastina xwe de got: Ne karê aqilan e ku ez ji ber terorîzmê têm dadgehkirin, ez vê red dikim. Kurd li dijî qirkirinê ji bo hebûna xwe têkoşîneke azadiyê dikin û Kurd mexdûr û qurbaniyên terora dewleta Tirk û DAIŞ´ê ne.

 

M. ZAHÎT EKÎNCÎ / HAMBURG


Kenan Ayas ê ku ji ber kurdbûna xwe li Tirkiyeyê 2 caran kete hepsê, ji bo ku cara sêyem nekeve hepsê, li Qibrisê bû penaber. Li ser daxwaza Elmanyayê Kenan Ayas hatibû dersînorkirin û dewleta Elman niha bi qanûna xwe ya krîmînalîzekirina Kurdan 129b´yê dadgeh dike. Di rûniştina dozê de li dadgeha bilind a eyaletê ya Hamburgê, Kenan Ayas di parastina xwe de got, “Heger terorîzmek hebe, failê wê dewleta Tirk e.”

Doza li dijî siyasetvanê Kurd Kenan Ayas a li Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Hamburgê dewam dike. Dewleta Elman, bi xala qanûna ceza ya ji bo krîmînalîzekirina Kurdan 129b´yê Kenan Ayas dadgeh dike. Di parastina xwe de got, “Ne karê aqilan e ku ez ji terorîzmê têm dadgehkirin, ez vê red dikim.” Di dewamê de Ayas got, Kurd li dijî qirkirinê ji bo hebûna xwe têkoşîneke azadiyê dikin û Kurd mexdûr û qurbaniyên terora dewleta Tirk û DAIŞ´ê ne.

Îsal 15´ê Adarê, gava Kenan Ayas xwest biçe serdana malbata xwe ya li Awusturyayê, hê li Qibrisê, li balefirgeha Larnakayê hat girtin. Ew li ser daxwaza Elmanyayê hatibû girtin. Piştî pêvajoyeke dadgehê, Qibrisê ew radestî Elmanyayê kir. Piştî ku Kenan Ayas hat radestkirin bi 10 rojan serokkomarê Qibrisê Nikos Christodoulidis çûbû Berlînê û bi serokwezîrê Elmanyayê Olof Scholz re rûniştibû.

Dewleta Elman bi tohmeta “Kenan Ayas di navbera 2018-2020´an de li Hamburgê li ser navê PKK´ê xebitiye” wî dadgeh dike. Ayas beriya niha çend caran hatibû dadgehkirin û 12 salan di hepsê de mabû. Ew ji sala 2012´an ve weke penaberê siyasî li Komara Qibrisê dima.

Di parastina xwe ya nivîskî de Kenan Ayas di destpêkê de got, “Wiha diyar e ku li vir ez ji ber nasnaemya xwe ya Kurdî û fikrên xwe têm tohmetbarkirin.” Wî di heman parastinê de got, “Heger li holê terorîzmek hebe, failê wê dewleta Tirk e. Van rojan artêşa Tirk êrişî binesaziya Rojava dike, wê xira dike, sivîlan qetil dike û bê hejmar mirovan ji çavkaniyên wan ên debarê bêpar dihêle û wan ji cih û warên wan dike.”

 

Bi lêdanê hînî Tirkî bûm

Siyasetvan Ayas, bi bîr dixe ku ew li Midyadê hatiye dinê û bi lêdanê li dibstanên dewleta Tirk ew bi darê zorê hînî Tirkî kirine. Wî trawmaya ji ber vê asîmîlasyona bi darê zorê bûye sedem û bi berferehî behsa wê kir. 

 

Nijadperestiya adetî li Alanyayê

Kenan Ayas da zanîn ku ji ber cerdevaniya hatiye zêdekirin û zilma dewleta Tirk ew ji cih û warê xwe bûye û li Alanyayê li Otela birayê xwe kar kiriye û di heman demê de jî xwendiye. Wî bi bîr xist ku li Alanyayê li dibistanê, li kolanê û li her derê bi nijadperestiyê re rûbirû bûye û gava bersiv daye van provokasyonên nijadperestiyê, bi propagandaya rêxistina terorê hatiye tohmetbarkirin. 

 

Îfade bi êşkence girtin 11 salan kirin hepsê

Hîna 18 salî bû, gava 9´ê Îlona 1993´yan kesekî di bin êşkenceyê li ser wî îfade da. Ji ber wê polês ew û birayê wî yê 13 salî kirin hepsê. Ji ber êşkencê û tirsa ku wê tiştekî bînin serê birayê wî, ew çi datînin ber wî, îmze dike. Dadgeha Ewlehiya Dewletê li ser vê jî 15 sal cezayê hepsê lê dibirre. 
Piştî ku 11 sal û sê mehan, Kanan Ayas hat tehliyê kirin. Lê vê zêde dewam nekir. Piştî ku sala 2009´an li Agiriyê namzetê DTP´ê di hilbijartinên şaredariyê de bi ser ket, lê dewleta Tirk şaredarî xesp kir û da namzetê AKP´ê, li bajêr çalakiyên protestoyî çêbûne; tevî ku Kenan Ayas tev li çalakiyên protestoyî nabe jî, tê girtin. Careke din êşkence lê tê kirin. Di vê dozê de di rûniştina yekê de beraet dike, lê di operasyonên qaşo li dijî KCK´ê de dewleta Tirk careke din li wî digere û ew jî neçar welatê xwe Kurdistanê û Tirkiyê bi cih dihêle.

 

Êrişî Kurdan dike dibêje têkoşîna li dijî terorê

Kenan Ayas got, gelê Qibrisê jî weke yê Kurdistanê dagirkeriya Tirk ji nêz ve nas dike û ew Çileyê 2010´an weke penaberê siyasî çûye Qibrisê û doza starê kiriye. Ayaz bi bîr xist ku “Dewleta Tirk şerê li dijî Kurdan bi navê têkoşîna li dijî terorê dike. Lê baş e, sedema dagirkerî û tehcîra li Qibrisê çi ye?” diye sordu. 

 

Ez alîgirê çareseriyeke siyasî me

Di dawiya parastina xwe de Kenan Ayas got, “Êş û azadrên vî miletî kişandine hemû û tiştên hatine serê min li holê ne; tevî vê ez bawer dikim ku çareseriyeke aştiyane mumkin e û alîgirê wê me. Tu rabî bibêjî, ‘Emê koka Kurdan biqelînin, heta terorîstê dawî tine bibe, şer wê dewam bike’ aştî çênabe. Li ser van erdan mafê kurdan e jî ku di nava aştiyê û xweşhaliyê de bijîn. Ji bo çareseriyê, lazim e dewletên netewe yên Tirk, Ereb, Fars xwe ji zêhniyeta ‘Bila Kurd bimirin’ xilas bikin. Zêhniyeta dewleta neteweya ya wiha faşîst e. Çareseriyeke demkratîk mumkin nake. Mirov nikare bi tinekirina hev du hebe. Aştî tenê mumkin dibe, heger mafên wan ên sereke yên welatîbûnê bên misogerkirin, ew karibin bi awaekî azad bi nasname, ziman û çanda xwe bijîn û çarenûsa xwe diyar bikin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.