Dewleta Tirk a dagirker ku vîna gelê Kurd a di hilbijartinên xwecih de diyar bûyî qebûl nekirî, bi hêza polîs û darazê Şaredariya Colemergê desteser kir û qeyûm anî ser şaredariyê. Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ew nahêlin ku îradeya wan were desteserkirin û got,’’Êdî bes e!’’

Pêr bi şev dora saet di 23.00’yan de bi sedan polîsên Tirk Şaredariya Colemêrgê ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di Hilbijartinên Herêmî yên 31’ê Adarê de bi dest xistibû dorpêç kirin. Kolana ku şaredarî lê û hemû kolanên tên şaredariyê ji aliyê polîsan ve ji trafîkê re hatin girtin. Piştî dorpêçê di saetên serê sibê de deriyên şaredariyê hatine şikandin, bi ser şaredariyê de hatiye girtin û hemû amîrtiyên saziyê bilez vexwendine ser peywirê.

Diyar bû Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş jî li Wanê hate desteserkirin.

Dijî darbeye helwest lazim e

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal daxuyanî da û bang li her kesên alîgirên demokrasiyê ne kir ku li dijî vê darbeyê helwesteke aşkere bigirin.

DEM Partiyê di berdewama daxuyaniya xwe de wiha got: “Desthilata ku her carê li dijî vîna gel têk diçe, serî li xespa vînê û darbekariyê ya ku rêya wê ya herî baş e da. Îro serê sibê Hevşaredarê me yê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş li Wanê hate  destgîrkirin, şaredariya me bi darê zorê yê polîsan hate xespkirin.’’

Em qeyûman qebûl nakin

DEM Partiyê wiha domand:’’ Em vê feraseta qeyûmkar qebûl nakin. Gelê me di 31’ê Adarê de bi rêyên demokratîk aşkere kir ku vê feraseta qeyûmkar nas nake. Ev feraseta qeyûmkar û darbekar ne tenê gefeke li dijî Colemêrgê ye gefeke li dijî hemû gelên Tirkiyeyê ye. Gelê me dê bertekên xwe di asta herî jor de nîşan bide. Em bang li bang li herkesên alîgirên demokrasiyê ne dikin ku li dijî vê darbeyê helwesteke aşkere bigirin.”

Walî Alî Çelîk danîn ser şaredariyê

Wezareta Karên Hundir a Tirk li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ragihand ku qeyûm li ser Şaredariya Colemêrgê hatiye danîn.

Wezareta Karên Hundir aşkere kir ku Akiş ji wezîfeyê hatiye dûrxistin û şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin. Di daxuyaniya li ser hesaba medyaya dîjîtal a wezaretê hate parvekirin de hate diyarkirin ku derbarê Akiş de bi îdiayên “rêvebirina rêxistinê” , “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” bi hejmara 2014/173 li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê dosyayek heye. Hate ragihandin ku darizandina behsa wê tê kirin didome.

Her wiha hate diyarkirin ku derbarê Akiş de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” lêpirsîneke nû heye û Akiş di vê çarçoveyê de hatiye destgîrkirin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Akiş “weke tedbîra derbasdar ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji wezîfeyê hatiye dûrxistin.”

Li şûna Akiş Walî Alî Çelîk weke qeyûm hate tayînkirin.

Bakirhan: Êdî bes e!

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan helwest nîşanî terora qeyûm da û got,’’Destgîrkirina hevşaredarê me yê Colemêrgê derhiqûqtiyeke tarî û qirêjî ye. Em vê zîhniyeta darbekar, qeyûmparêz û dijminên sondxwarî yên gelê kurd red dikin. Em ê bi tu awayî îradeya xwe nedin xespkirin. Em dibêjin êdî bes e. Divê tavilê dev ji sepanên derhiqûqî yên zirarê didin pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê berdin. Di serî de gelê me, banga me li tevahiya derdorên demokratîk, şoreşger û aştîxwazan ew e ku li dijî vê xespkirina gel li cem xelkê Colemêrgê cih bigirin û berteka xwe nîşan bidin.”

ANF/COLEMÊRG