• Li bajarên bakurê Kurdistanê Amed, Mêrdîn, Riha, Qers, Çewlik û Dîlokê doh jî polêsan dewleta Tirk a dagirker bi ser malan de girtin û 35 kes kirin nezaretê. 

Li bajarên bakurê Kurdistanê Amed, Mêrdîn, Riha, Qers, Çewlik û Dîlokê doh jî polêsan dewleta Tirk a dagirker bi ser malan de girtin û 35 kes kirin nezaretê. 

Li navçeya Amedê Hezroyê, polêsan bi ser malan de girt û Mesûr Çagiran kirin nezaretê. Ji ber ku Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ew kiriye ber lêpirsînê, ew birine, Miduriyeta Polêsan a li Mêrdînê. 

Li Qersê û navçeyên wê jî polîsan bi ser malan de girt. Polêsên Tirk rêveberê HDP'ê yê Bajar Tûran Altûn, rêveberê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Qersê Ziyadîn Can, endamê berê yê Meclîsa Şaredariya Dîgorê Yaşar Bûdak û 2 kesên din kirin nezaretê. 

Li navçeya Mêrdînê Nisêbînê jî polîsan doh serê sibehê bi ser malan de girt û Mehmet Akçîn û Ferhat Akçîn ên ciwan kirin nezaretê. 

Li gundê Ewêna û Qûnzerîb ên ser bi navçeya Mêrdînê Stewrê, leşkerên Tirk avêt ser malan û 5 welatî kirin nezaretê. 

Li navçeya Rihayê Pirsûsê jî polêsên Tirk serê sibê bi ser gelek malan de girt. Welatiyên ji Sûriyê jî di nav de 15 kes kirin nezaretê. Di nava kesên kirine nezaretê de Faysal Yilmaz, Ahmet Kuş, Bozan Kuş, Hasan Eşîyok, Ahmet Baz û Mustafa Baz jî hene.

Bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Çewlikê, polêsên Tirk li navenda Çewlikê û navçeyên wê Mongilan û Kanîreşê bi ser malan de girtin û Cengîz Mert, Emîn Canpolat, Farûk Orak û Ramazan Bûyrûk kirin nezaretê.

Li Dîlokê, navçeyên navendî Şehîtkamîl û Şahinbeyê polêsan bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê bi ser malan de girt û 7 jê welatiyên Sûriyeyî bi giştî 8 kes kirin nezaretê.

NAVENDA NÛÇEYAN