Teredut nekirin bûn pêşengê têkoşînê
Pêncşem 3 Tîrmeh 2025 - 03:40
HPG-NRÇ’ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd eşkere kir û got:“Em ê bibin layiqê bîranîna hevrêyên xwe yên şehîd û soz didin ku têkoşîna xwe bi serketinê tacîdar bikin.” Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) derbarê gerîlayên şehîd ev tişt diyar kirin:“Hevrêyên me Bahoz Şîlan, Cuma Goyî û Şiyar Kurdistan 12’ê Çileya 2025’an li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê di şerê li dijî dijmin de û di encama bombebarana dijmin de şehîd bûn. Hevrêyên me di berxwedana destanî ya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de cih girtin û weke milîtanên fedayî yên Apoyî di şert û mercên herî zehmet de jî teredut nekirin û têkoşîn meşandin. Hevrêyên me ji bo pêkanîna taktîkên demê israr kirin û li arazî û tunelan di tîmên gerîla yên pispor de cih girtin, gelek xebat bi serketî meşandin. Hevrêyên me hemû êrîşên artêşa Tirk pûç kirin û bi berxwedana xwe hêza îradeya Apoyî îspat kirin. Bi israra xwe ya ji bo darbeyê li dijmin bixin, bi jiyanên xwe yên dilnizm, hevrêtiyên kûr û pisporiyên xwe yên leşkerî ji me re mîrateyeke mînak hiştin. Di têkoşîna me ya ji vir û şûnde de, em ê timî ji wan hêz, manewiyat û moral bigirin, wê bibin nirxên me yên herî esas. Em ê bibin layiqê bîranîna hevrêyên xwe yên şehîd û soz didin ku têkoşîna xwe bi serketinê tacîdar bikin. Weke hevrêyên wan di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me em ji hemû gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin û li ber bîranîna şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî û minetdarî bejna xwe ditewînin.
Hêrsa wan veguherî derblêdanê
Hevrêyê me Bahoz li Êlihê di nava malbatek welatparêz de hate dinê. Sala 2015’an tevlî nava refên têkoşînê bû. Bi uslubê xwe, germahiya xwe ya di têkiliyên hevrêtiyê de, baweriya xwe ya ji serketinê û tecrubeya xwe ya di taktîkên demê de, bû milîtanekî fedayî yê ji hevrêyên xwe re mînak. Di gelek xebatên li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê de cih girt. Ji tîmên gerîla yên pispor heta xebatên binesaziyê, di gelek xebatan de ked da. Hevrêyê me bû yek ji fedayiyên ku rê nedaye dagirkeran.
Hevrêyê me Cuma li navçeya Qileban a Şirnexê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Di sala 2015’an de tevlî nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bû. Hevrêyê me Cuma, ji ber êrîşên dijmin ên bi çekên kîmyewî, li hemberî dijmin hêrseke mezin li cem peyda dibe. Ji bo ku vê hêrsa xwe veguherîne çalakiya tolhildanê derbasî Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bû. Hevrêyê me Cuma bi jiyana xwe ya mutewazî hevrêtiya xwe ya bihêz û dilsoziya xwe ya kûr a ji bo şehîdan bandoreke mezin li hevrêyên xwe yên têkoşînê dike.
Hevrêyê me Şiyar li bajarê Mahabadê ku bi kokên wê yên dîrokî û ruhê wê yê serhildanê tim zindî ne, jidayîk bû. Di sala 2017’an de digihîje qadên ku xeyala wan dike, jiyana gerîlayan. Weke milîtanekî Apoyî ji bo ku terz û tempoya Rêbertiyê di kesayetiya xwe de biafirîne kedeke mezin da. Girêdayî vê yekê dixwaze beşdarî Hêzên Taybet bibe. Hevrêyê me yê ku bi saya perwerde û kûrbûnên ku di bin sîwana Hêzên Taybet de terzê fedaîbûnê bi dest dixe. Bi sekna xwe ya mutewazî ya di jiyanê de, tecrûbeyên xwe yên di terzê şerê gerîlayan ê serdema nû de û bi tevlîbûna xwe ya fedaî di gelek çalakiyan de cihê xwe digire.’’ Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:
Bahoz Şîlan (Musa Kaya), li Êlihê jidayîk bûye, 12’ê Çileya 2025’an li Zapê şehîd bû.
Cuma Goyî (Mehmet Urek), li Şirnexê jidayîk bûye, 12’ê Çileya 2025’an li Zapê şehîd bû.
Şiyar Kurdistan (Ahet Quwe), li Mahabad jidayîk bûye, 12’ê Çileya 2025’an li Zapê şehîd bû.
BEHDÎNAN