Tenorê muzîka klasîk a Ereban mir

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 3 Mijdar 2021 - 16:25

Sebah Fexrî, ji dengên herî muhim ên muzîka klasîk a Ereban dihat qebûlkirin. Ew tenorê herî xurt ê vê muzîkê bû. Rêveberiya Şamê da zanîn ku wî di 88 saliya xwe de 2´yê Mijdarê wefat kiriye. Bi performansa xwe ya ji hev qutnebûyî ya 10 saetan a li paytexta Venezuelayê Caracasê, ew sala 1968´an ketibû kitêba rekoran a dinyayê Guinessê.

Çapemeniya dewletê ya Sûrî behsa mirina wî kir, lê negot ka ji ber çi wefat kiriye. Sebah Fexrî bi usûlê "terab" stran digotin û di vî usûlî de noteyek 10 saniye û yan jî dirêjtir dewam dikin. Navê vî stranbêje Ereb ê mezin ê esasî Sebahedîn Ebû Dewss e û ji Helebê ye. Ji ber ku lîderê siyasî Fexrî el-Barûdî gelek pişta wî girt û kir ku muzîkjeniyê weke pîşe û huner deyne berxwe, wî navê Fexrî li xwe kir. 

Ew bi stranên weke “Fog Ilna Xîl” (“Li jorê hevalekî me heye”) û “Qedduk el-Meyyas” (“Baskên te yên li ba dikevin”) navdar bû.

Sebah Fexrî dikarî ji dengê herî kurt jî melodiyan derêxe û ji ber wê jî kesên ku zindî lê guhdarî kirine, wê ti carî wî ji bîr nekirin.

ŞAM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.