• Muxtarê Sîba Şêx Xidir bang li Şengaliyên li kampan kir: Deriyê me li wan vekirî ye, bila ser ser û çavan werin. Bes bila vegerin, em ê malên wan jî paqij bikin û alîkariyê jî bi wan re bikin.

Muxtarê gundê Sîba Şêx Xidir a ser bi Şengalê, Ehmed Xayib bang li penaberên ji Şengalê yên li kampên Herêma Kurdistanê kir û got, “Banga min li koçberên Şengalê yên Misilman û Êzîdî ye, ewên ku li Herêma Kurdistanê dimînin: vegerin ser erd û malên xwe. Heger hûn vegerin, em ê beyî ferq cudahiyê, xizmetê ji wan re bikin û heta heger lazim be ji bo vegera wan, em ê malên wan jî paqij bikin.”

Yek ji meseleyên sereke li Şengalê ew e ku PDK gelek Şengaliyên di kampên li Dihokê de yên ku dixwazin vegerin ser warê xwe, asteng dike. Ev astengkirin carinan bi rêbazên weke pêvajoya zehmet a destûra îdarî xwe dide der, carinan jî weke çavtirsandin û astengkirina fizîkî ya koçberan. Ji ber vê jî di dema kongreya 4´an a MXDŞ´ê de ev mijar ji rojevên sereke yên hin delegeyan bû.

Em ji bo Şengala xwe kar bikin 

Ji kongreya 4’an a Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) peyameke xurt a bihevrejiyana gelan derket. Bi taybetî pêkhateyên Êzîdî di kongreyê de bang li gelab kirin da ku hev bigirin û tifaqa xwe çêkin. 
Muxtarê gundê Sîba Şêx Xidir, Ehmed Xayib jî bangek kir. Ehmed Xayib diyar kir ku Şengal ne tenê ya Êzîdiyan e, ya hemû pêkhateyan e jî. Wî peyama xwe wiha gihand pêkhateyan hemûyan: “Şengal a hemû Şengaliyan e, ne ya ti kesî din e. Pêkhateyên Şengalê hemû di kongreyê de hene. Çi Sunî, çi Şîe çi jî Êzîdî. Em qebûl nakin yên xerîb werin Şengalê. Şengal bi hezaran sal e ya me ye û em ê ruhê xwe di ber de bidin. Ev kombûn, tifaqa gel e, tifaqa xelkê Şengalê ye û ti ferq û cudahî di navbera me de nîne. Pêwîst e bê ferq û cûdahî em ji bo Şengala xwe kar bikin.”

Di fermanê de cih negirtibe

Li ser îddîayên hin aliyan ên ku dibêjin, Êzîdî rê nadin Suniyên Şengalê vegerin malên xwe jî Ehmed Xayib got, “Hinek îdîa tên belavkirin. Qaşo em destûrê nadin Sûniyên Şengalê vegerin malên xwe. Ev îdîayên hanê ne rast in. Her Misilmanek û bi taybetî jî sûniyek para wan di fermanê de nebe, deriyê me li wan vekirî ye, bila ser ser û çavan werin. Bes bila vegerin, em ê malên wan jî paqij bikin û alîkariyê jî bi wan re bikin.”
Di dawiya axaftina xwede jî bi taybet bang kir li Êzîdî û Şengaliyên hemûyan ên ku li Herêma Kurdistanê di kampan de dimînin, û ji wan xwest vegerin malên xwe û Şengalê bi hev re ava bikin.

ROJNEWS/ŞENGAL