Tenê ji ber ku Kurd bûn şehîd bûn

În 29 Cotmeh 2021 - 02:54

  • HPG’ê gerîlaya YJA Starê Afrîn Têkoşîn (Cîhan Aykal) û welatparêz Abdulsamet Akgul û Ramazan Toksoy bi rêzdarî bi bîr anîn. 

HPG’ê gerîlaya YJA Starê Afrîn Têkoşîn (Cîhan Aykal) û welatparêz Abdulsamet Akgul û Ramazan Toksoy bi rêzdarî bi bîr anîn. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser şehadeta wan got, “Hevrêya me Afrîn Têkoşîn di 28’ê Cotmeha 2018’ê de li herêma Xakurkê şehîd bû, di salvegera şehadeta wê de em wê bi rêzdarî bi bîr tînin.”

HPG´ê ji bo şehîd Efrîn Têkoşîn Hevrêya me Efrîn, li Mêrdînê ji dayik bû, tevî malbata xwe neçar ma ku koçî metropolên Tirkiyeyê bike. Ji bo bersivê bide her cûre êrişên li dijî gelê me, sala 2014’an berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê.

Di xeta PKK û PAJK’ê de şareza bû û di vê çarçoveyê de timî kûr bû. Hevrêya me Efrîn li qada leşkerî zû bi pêş ve çû, weke fermandareke ciwan a YJA Starê li her qadê bi erka pêşengiyê rabû. Hevrêya me Efrîn bû yek ji nûnerên bijarte yên nasnameya jin a azad a ku bi felsefeya jiyanê ya Apoyî xwe ji nû ve afirandiye.” 

Akgul û Toksoy şehîd bûne

HPG´ê wekî din li ser şehîdbûna du welatparêzan jî agahî dan û got, “Di operasyona artêşa Tirk a dagirker ya 16’ê Hezîrana 2019’an a li Newala Qoriyê ya navçeya Hezexê ya ser bi Şirnexê, 5 hevrêyên me şehîd bûbûn ku me agahiyên li ser nasnameya wan beriya niha eşkere kiribûn. Ewladên leheng û hêja yên xelkê me yê Kerboranê, welatparêzên mezin Abdulsamet Akgul û Ramazan Toksoy ên bi hevrêyên me re bûn, ew jî şehîd bûne.

Abdulsamet Akgul û Ramazan Toksoy tenê berdêla Kurdbûna bi rûmet dan. Herduyan serî li ber zext û zordariya dewleta Tirk netewandibû. Piştre bi rengekî neheq dewleta Tirk biryara girtina wan dabû. Lê belê ji bo nekevin zindanên dewleta Tirk, ji bo ji sînorên dewleta Tirkiyeyê yên ku edalet lê nîne derkevin xwe gihandibûn hêzên me yên gerîla.

Dema ku hevrêyên me hewl dan ewlehiya wan misoger bikin û biparêzin di 16’ê Hezîrana 2019’an de li Geliyê Qoriyê yê herêma Gabarê operasyoneke dewleta Tirk a dagirker dest pê kir û şerekî giran qewimî. Hevrêyên me ji bo herdu welatparêzên me yên hêja biparêzin gelekî hewl dan, lê belê di encama bombardûmana giran a artêşa Tirk a faşîst de hem 5 hevrêyên me, hem jî welatparêz Abdulsamet Akgul û Ramazan Toksoy ên bêçek û sivîl şehîd bûn.

Dewleta Tirk bi rengekî eşkere sûc kiriye ku mafê jiyanê neda van mirovên sivîl û bê guneh. Ji ber şert û mercan rastiya bûyerê bi derengî misoger bû.

Herdu şehîdên me yên hêja ji gundê Werzikê yê Kerboranê bûn. Em sersaxiyê ji malbatên wan, xelkê me yê Kerboranê yê welatparêz û gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.”

HPG´ê nasnameya gerîlaya YJA Starê ya şehîd jî wiha parve kir:

* Efrîn Têkoşîn (Cîhan Aykal) a li Mêrdînê ji dayik bû, keça Hediye û Huseyîn, 28’ê Cotmeha 2018´an li Xakurkê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.