Tenê hişyar kir

Yekşem 22 Gulan 2022 - 21:09

  • Lijneya Asayîş û Bergiriyê ya Parlamena Iraqê, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê şermezar kir û hişyar kir û got, ev ferehbûna dewleta Tirk xeter e.

Lijneya Asayîş û Bergiriyê ya Parlamena Iraqê, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê şermezar kir û hişyar kir û got, ev ferehbûna dewleta Tirk xeter e.

Endamê Lijneyê, Cewad Elbolanî li ser dagirkeriya Tirk û êrişên hewayî yên li dijî Başûrê Kurdistanê got, lijneya wan wê di çend rojên pêş de li ser vê mijarê kom bibe û li beramber binpêkirinên dewleta Tirk bêdeng nebe.

Cewad Elbolanî li ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê û bi taybetî jî êrişên hewayî yên dijî Axceler û Mexmûrê got, “Ji ber ku Tirkiye welatiyên sivîl bombebaran dike û operasyonên leşkerî dewam dike, ev yek dikeve çarçoveya binpêkirina serweriya xaka Iraqê.”

Elbolanî got, Lijneya wan wê beramberî bomberanên dewleta Tirk bêdeng nemîne: “Em ê weke Lijneya Asayîş û bergiriyê, li ser dosyaya operasyonên Tirkiyê kom bibin. Girîng e ku hewldanên zêdetir li beramber hewldanên Tirkiyê yên xwe belavkirinê hebin, lewma ev helwdanên Tirkiyê wê werçerxeke metirsîdar bi xwe re bînin. Ji ber vê jî divê Iraq li ser mijarê bi aliyên cûda re hevdîtinan bike.”

ROJNEWS/BEXDA 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.