CÎHAN SILÊMAN / ANHA / QAMIŞLO
Li her bajarî hin kes bi pîşeyên xwe tên nasîn. Li Rojavayê Kurdistanê, li navçeya Tirbespiyê mînakeke balkêş a vê yekê heye. Em behsa Berhem Silêman dikin. Berhem Silêman masiyan li navçeyê difiroşe û ji wî pê ve ti kesê din li navçeyê masiyan nafiroşe.
Behrem Silêman ji ber ku firoşkarê tenê ye, gelek kes li dora dezgeh û besteya wî kom dibin. Heta daxwaza wan hazir dike, bi hev re sohbetê dikin. Êdî bestaya wî bûye cihê kombûna xelkê navçeyê. Her wiha bûye şahidê bûyerên li sûkê jî.
Behrem Silêman ji 30 salan ve besteya xwe li goşeya çerxerêya kolana Tale û kolana giştî ya sûka Tirbespiyê datîne. Li dora wî, xwediyên dikanan û kesên ku dixwazin masiyan bikirin, kom dibin.
Ez bi karê xwe kêfxweş im
Heger rojekê besteya Silêman ne li sûkê be, xwediyên dikanan û derdor mereq dikin. Ev hezkirin û hevgirtina di navbera xelkê navçeyê de nîşan dide.
Têkildarî mijarê Silêman got, “Ez bi kombûna xelkê li dora xwe, kêfxweş dibim. Em sohbetê dikin. Gelek kes li ber besteya min dema behsa cureyên masiyan dikin, hev du nas dikin. Ez gelek ji vî karî hez dikim. Beste bûye meqseda şêniyên navçeyê da ku dema xwe lê derbas bikin.”
Silêman ji gundê Mizgeftê yê ser bendava Mizgefta Tirbespiyê ye. Wî berê masîgirî dikir. Wê demê hin kesan xwest jê masiyan bikirin, ji wê demê ve masigirî ji xwe re kir kar.
Silêman dibêje, “Beriya 45 salan em hatin Tirbespiyê. Lê min dev ji masîgiriyê berneda. Ji masiyan û madîgiriyê pir hez dikim. Ji bo wê, min firotina masiyan ji xwe re kir karek. Ez cûreyên masiyan digirim û yên ji çemê Firatê, Reqa û Tebqayê difiroşim. Mayîna li navçeyê tevî vê besteya min, daxwaza min a yekane ye. Naxwazim ji vê erdê dûr bikevim.”