Berpirsê Têkiliyên Derve ya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Faris Herbo li ser serdana şandeya Şengalê ya ji bo Bexdayê agahî dan û da zanîn ku agahiya ti aliyek siyasî yên di nava parlamentoya Iraqê de, ji lihevkirina li ser Şengalê nîne û got; “Tenê serokwezîrê Iraqê bi PDK’ê re li hev kiriye, xelkê Şengalê wê peymanên bê îradeya xwe qebûl neke. Berxwedana xelkê Şengalê sekna herî mezin a hemberî peymana di navbera Bexda û Hewlêrê de ye.”
Faris Herbo wekî din li ser hevîdtinên xwe weha got: “Me bi gelek aliyan re hevdîtin kir û daxwazên xelkê Şengalê ji bo wan ragihand. Pêşwaziyeke baş li daxwazên me hate kirin, lê ya girîng berxwedan û têkoşîna gelê me ye. Ti aliyekî siyasî nikare biryarder be, lê hevdîtinên me li ser bingehê têkiliyên bi derdoran re bûn. Em dixwazin bi her kesî re danûstandinên me hebin û ev jî di berjewendiyên gelê me de bin. Me ji aliyan hemûyan re ragihand ku çi peymana bê nêrîn û îradeya xelkê Şengalê were îmzekirin, wê bi ti awayekî ji aliyê xelkê Şengalê ve neyê qebûlkirin.
Me di hevdîtinan de dît ku ne tenê nêrîna xelkê Şengalê nehatiye girtin, nêrîna tu aliyekî di nava parlamentoya Iraqê de li ser lihevkirina ser Şengalê nehatiye girtin. Tenê meclisa serokwezîrê Iraqê Kazimî bi PDK’ê re li hev kiriye.”
Faris Herbo da zanîn ku wan ji Iraqê xwestiye qada xwe ya hewayî li balafirên tirkiyê bigire û armanca dewleta Tirk a ji bo dagirkirina Mûsil, Kerkûk û Mexmûrê bi bîr xistine.
ROJNEWS/ŞENGAL