Tenê 2 Kurd ketin meclîsê

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 23 Cotmeh 2023 - 15:50

ERDOĞAN ZAMUR / BASEL

Li Swîsreyê encamên hilbijartinên giştî yên di 22’ê Cotmehê de hatine pêkanîn, hatin ragihandin. Di van hilbijartinên ku qonaxa qanûnsaziyê ya 2023-2027’an de, Meclîsa neteweyî ya 200 kesan û endamên meclîsa kantonan a 46 kesan hatin destnîşan kirin. Dema ku endamên meclîsa neteweyî hatin destnîşan kirin, li gelek kantonan endamên meclîsa kantonan, mane ji bo tûra diduyan.

Li Swîsreyê ku mafê bikaranîna dengan a 5 milyon 407 kesan heye, rêjeya tevlîbûna hilbijartinan, li derdora ji sedî 46,5’an e. Îsal hema li hemû partiyan, li gorî sala 2019’an, zêdetir namzetên jin hatin destnîşan kirin. Lê rêjeya jinan a di meclîsê de, di ji sedî 42’an de ma û zêde nekir.

 

Dijberiya koçberan qezenc kir

Li gorî encamên hilbijartinan, Partiya Gel a Swîsreyê (SVP) ku bi polîtîkayên xwe yên dijberiya koçberan û rastgir popûlîst tê nasîn, li gorî hilbijartinên berê, dengên xwe ji sedî 3 zêde kir û gîhîşte ji sedî 28.6’an. Bi vî rengî SVP li kantonên Graubûngen, Aargau, Solothurn, Thurgau û Basel-Stadtê destketiyên girîng bidest xistin, gîhîşte rêjeya ji sedî 29,4’an ku sala 2015’an bidest xistibû.

Çavdêrên siyasî encamên hilbijartinan weke ‘şemitîna rastgiriya muhafazakar’ dinirxînin û destnîşan dikin ku SVP ji rewşa penaberan ku di demên dawî de ji bo xelkê Swîsreyê bûye çavkaniya metirsiyê, minaqaşeyên li ser koçberiyê û rewşa ewlekariyê ya li hemû cîhanê feyde girtiye.

Yên ku herî zêde di hilbijartinan de wenda kir jî Partiya Keskan (Grûne) ku di hilbijartinên beriya vê de li meclîsê partiya 3’emîn bû. Keskan ji sedî 3,8 dengên xwe jidest dan û ketin bin benda ji sedî 10’an. Yek partiya din ku di hilbijartinan de wenda kir jî, Partiya Lîberal a Kesk (GLP) bû. Herdu partiyên Keskan, bi giştî 11 kursî jidest dan.

 

Stier: Divê em bêhtir têbikoşin

Li Baselê Partiya Kesk û partiya BastA bi lîsteyeke hevpar ketin hilbijartinan. Tevî ku tifaqa Kesk-BastA dengên xwe kêm kirin jî, Sîbel Arslan a berê di Meclîsa Federal de bû, careke din hate hilbijartin.

Wekî din Hasan Candan ê Kurd jî li kantona Luzernê ji Partiya Sosyaldemorat, weke parlamenterê federal hat hilbijartin.

Ji ber sîstema hilbijartinan a li kantonên Swîsreyê, tevî ku zêde deng werdigrin jî, feydeyê dide namzetên rêza destpêkê ya partiyan. SP li Basel-Stadtê Sarah Wyss 22 hezar û 32 deng wergirtin, Mustafa Atici yê di rêza duyemîn de ku 20 hezar 138 deng wergirtin nehate hilbijartin.

 

Dostên Kurdan di meclîsê de ne

Aliyekî din ê girîng ê van hilbijartinên Swîsreyê ji bo Kurdan jî, dostên Kurdan hatin hilbijartin. Hilbijartina wekîlên ku di qonaxên berê de pirsgirêkên Kurdan anîbûn rojeva meclîsê, ji bo paşerojê hêviyê ava dike. Ji SP’yê Laurence Fehlmann Rîelle, Franzîska Roth, Claudia Frîedl, ji Keskan Nicolas Walder careke din hatin hilbijartin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.