- Bedran Çiya Kurd’’: Çi xebateke normalîzekirinê ku xwe nespêre helwestên sûriyeyiyan û rewşa heyî û bêyî axaftina li ser xebata siyasî ya giştî, dê ji nû ve nakokî û rewşa Sûriyeyê vegerîne destpêkê û temenê krîzê dirêjtir bike."
Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd, daxuyaniyeke nivîskî ji dezgehên çapemeniyê re da, têkildarî helwesta fermî ya Rêveberiya Xweser ji civînên dawîn ên li Moskovê û rêveçûna normalîzekirinê di navbera rejîmên Tirkiye û Sûriyeyê de.
Çiya Kurd got ji demekê de tevgereke herêmî û Ereban têkildarî normalîzekirina bi rejîma Sûriyeyê re heye, her wiha armancên her dewletekê li gorî siyaset, ewlehî û aboriyê cuda ne.
Li ser civîna çaralî ya dawîn a li Moskovê ya di navbera Rûsya, Îran, Tirkiye û Sûriyeyê de Bedran Çiya Kurd da zanîn ku ew yek di çarçoveya têkiliyên dîplomasiyê yên her du rejîman de pêk hat, da ku bi dosyayên ji bo rewşa hundirîn a dewleta Tirk aktîftir be û wiha pê de çû: ''Ew yek hewldanên ji bo desteka Erdogan û hikumeta wî ne. Ji ber rewşa hundirîn a Tirkiyeyê dijwar e û bi taybet di vê qonaxa hilbijartinê de. Ev hemû civîn berdewama civînên Astanayê ne, lê li şûna komên çekdar ên bi piştgiriya dewleta Tirk, hikumeta Şamê beşdar e.’’
Çiya Kurd diyar kir ku tu hêviyên gelê Sûriyeyê ji van civînan tune ne, ji ber ku krîza Sûriyeyê xwedî berjewendiyên navneteweyî ye û ne pêkan e hevdîtinên dualî yan jî sêalî nîşaneyên bingehîn ên çareseriya siyasî ya dawî pêk bînin.
Têkildarî tunebûna rêgez û pîvanên eşkere yên çareseriya siyasî ya giştî ji bo rewşa Sûriyeyê ji hêla beşdaran ve, Çiya Kurd got çi lihevkirineke di civînên wiha de dê bi xwe re rewabûneke siyasî bide dewleta Tirk a dagirker. Ji wê zêdetir dê dewleta Tirk armancên din derbasî civînê bike û hinên din beşdarî şer bike. Mîna rewşa hedefgirtina Rêveberiya Xweser di her civîneke dewleta Tirk tê de beşdar dibe. Ev jî hewleke din e ku dihêle Sûriye bikeve nava şerekî navxweyî.
Çiya Kurd bang li hemû aliyan kir ku nekevin xefika planên dewleta Tirk ên xeternak.
Li gorî qanûnên navneteweyî û pîvanên birêxistinkirî
Çiya Kurd got ne pêkan e ev civînên biguman bi xwe re çareyeke siyasî bînin ku mafên hemû sûriyeyiyan pêk bînin, lê belê dê rewşa heyî girêktir bikin û bibe sedema wêraniyê. Çiya Kurd daxuyaniya xwe de îşaret bi wan xalan kir: "Em bi nêrîna vekişîna dewleta Tirk ji xaka Sûriyeyê û dev ji destwerdana Sûriyeyê berde re ne. Divê çi xebateke lihevkirin û normalîzekirinê li gorî qanûnên navneteweyî û pîvanên birêxistinkirî yên têkiliyên di navbera wan her du dewletan de bin. Ji bilî wê ew rawekirina dagirkirinê ye. Atmosfêr ne gucaw e û rewş ne amade ne ku ev dan û standin digel dagirkeriyê de li dar bikevin. Diviyabû rejîîma Sûriyeyê li hundir vegere û deriyên diyaloga rasteqîn bi hemû etnîkên Sûriyeyê re veke. Wê ev gav jî bibe gava ber bidawîkirina dagirkirî û krîzê.
Rewşa heyî ya li Sûriyeyê beriya ya 2011’an venagere, ji ber hemû Sûriyeyî bi hêvî ne pêşerojeke baş in ku mafên wan werin garantirîkirin. Girîng e ku Sûriye bibe dewleteke aktîf û bi derdora xwe ya herêmî û cîhanê re çalak be. Da ku rola xwe bilîze. Pêdiviya Sûriyeyê bi derbaskirina krîza hundirîn heye. Ew yek jî bi rêya xêzkirina jiyana siyasî ya nû ji welat re û betalkirina sedemên hiştiye bigihîne roja îro, garantiyan deyne û rewşên guncaw ji bo vegera hemû sûriyayan li herêmên xwe peyda bike.
Çi xebateke normalîzekirinê ku xwe nespêre helwestên sûriyeyiyan û rewşa heyî û bêyî axaftina li ser xebata siyasî ya giştî, dê ji nû ve nakokî û rewşa Sûriyeyê vegerîne destpêkê û temenê krîzê dirêjtir bike. Her wiha dê bi xwe re bandorên xeternak bîne."
NAVENDA NÛÇEYAN