JIYAN PÎRAN / ROJNEWS / MEXMÛR

Di konên berxwedanê yên Wargeha Penaberan a Mexmûrê de gelek çîrokên balkêş li ber çavê me ketin, yek ji van jî heyîna Dayê Xanim a 85 salî bû ku kêlî bi kêlî di bin konê berxwedanê de cihê xwe girt û bû dîrokek ji bo wargehê.

Dayê Xanim beriya 85 salan li gundê Gundikremo yê bajarê Şirnexê ji dayîk dibe. Bi derketina têkoşîna azadiyê re rêxistinê nas dike. Ji wê rojê ve, bi malbatî soza şopandina rêya têkoşîna azadiya Kurdistanê didin. Li ser vê sozê jî dema dewleta Tirk dixwaze wan neçarî cerdevaniyê û xiyanetê dikin, berê xwe didin Başûrê Kurdistanê û dibin ji penaberên doza azadiya Kurdistanê.

Di vê penaberiyê de nexweş, talan û êşkenceya nayên bîra mirovan bi çavê xwe dibîne û hemû jî tên serê wê. Du lawên wê tevlî nava refên şoreşê dibin. Lawekî wê di nava refên şoreşê de şehîd dibe, yê din jî heta niha ji bo azadiya Kurdistanê li serê çiyayên azad têkoşînê dimeşîne.