‘Temaşe’ya sînemayê cara 8’an derket

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 5 Îlon 2023 - 16:35

E-kovara hunerî ya sînemayê “Temaşe” her demsal carekê bi şêwezarên Kurdî yên Kurmancî, Zazakî û Soranî tê weşandin. Kovara Temaşe cara 8’an derçû. Koavarê afişê filmê Cîran ê ku Mano Xelîl ew girtibû weke bergê kovarê neqandiye.

Kovarê di rûpelên xwe de; nivîs, gotar, hevpeyvîn, naverokên cuda yên li ser sînemaya cîhanê û li ser sînemaya kurdî hatine nivîsandin diweşîne û di jimara nû de jî gelek nivîsên sînemayê, danasîna filman û beşeke li ser termên sînemayê cî digirin. Hejmara nû ya kovarê bi edîtorîya Mehmûd Beyto û Cîhan Ulus ve hate weşandin.

Sebahattîn Şen di rûpelên hejmara nû de nivîseke di der barê filmê Lutfî İrdemî yê “Pîrebok”ê de nivîsîye. Canan Yalçin bi nihêrîneke psîkanalîtîk filmê “La Pianiste”yê dinirxîne. Nûser Hozan ji bo vê hejmarê nivîseke bi navê “Hunermendiya Yilmaz Guneyî” amade kiriye, Mahmûd Beyto di nivîsa xwe de li ser mînîmalîzm û sînemayê disekine. Aynûr Çîle li ser filmê Ingmar Bergmanî yê “The Touch”, Murad Bedirxan Sadak di der barê kurtefilmê Yakûp Tekîntangaçî yê “Azad” de, Ayşe Saltikalp li ser filmê Abbas Kîarostemî yê “Copie Conforme” nivîsîne.

Fatîh Duman bi nivîsa xwe ya li ser filmê Orhan Eskikoy û Zeynel Doganî yê “Dengê Bavê Min”, Welat Ramînazad bi nivîsa xwe ya di der barê filmê Mano Xelîlî yê “Cîran” de, Mutlu Can bi nivîsa xwe ya li ser filmên sînemaya Robert Bressonî, Welat Ramînazad bi nivîsa xwe ya der heqê filmê Eom Yu-nayî yê “Mal-Mo-E”yê di hejmara 8’an a kovara Temaşeyê de cî girtine. Jaro ji bo hejmara nû bi sernavê “Filmên Temaşayê” şeş filmên sînemayê dide naskirin. Herwiha beşeke bi navê “Termên Sînemayê” jî bo sînemahezan di hejmara nû de hatiye amadekirin.

Ji lînka li jêr kovara Temaşe daxînin û bixwînin;

Kovara Temaşe Hejmar 8

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.