- Berî telefonên bi aqil, jiyana mirovan ne ev bû. Aliyên erênî yên vê teknolojiyê her çiqas pirr bin jî têra xwe aliyên wê yên neerênî jî hene.
Berî telefonên bi aqil, jiyana mirovan ne ev bû. Aliyên erênî yên vê teknolojiyê her çiqas pirr bin jî têra xwe aliyên wê yên neerênî jî hene.
Beriya 95 salan di kovara Collier de dinivîsî, “Heke kablo bi awayekî serketî werin bicihkirin, siberojê cîhan dê bibe mejiyekî dêwane. Ev yek jî parçe û rîtmên temamiyekê ne. Mesafe dê nebin problem ji bo mirov têkiliyê bi hev re deynin. Ne tene ev jî bi alîkariya televîzyonê û telefonan mirov dê karibin hev pirr baş bibihîzin û hev bibînin. Her wiha sazûmaniya wan amûran jî dê ji telefonên heyî hêsantir be. Her mirovek dê karibe vê amûrê bike berîka xwe.”
Ev pêşbînî helbet yên Nîkola Tesla ne. Baş e ev fikr ên Tesla bûn lê belê kesê ku telefonên bi aqil bi pêşxist kî bû? Destpêka telefonên biaqil ne bi Apple ye. Beriya telefonên wekî BlackBerryê jî telefonên ku mail dişandin, hebûn.
Ji aliyê teknîkî ve telefona cara yekem wekî telefona biaqil dihate binavkirin, têra xwe mezin bû. Di sala 1994’an de telefona IBM Simon Personal Communicator hate hilberandin. Bihayê wê hezar û sed dolar bû. Helbet li gorî wê demê ev pereyekî pirr zêde bû peydakirina wan ne hêsan bû.
IBM’ê di salên 1970’î de li telefoneke wekî kompûteran fikirîbû lê belê heta sala 1992’yan ev telefon nehate hilberandin û wekî projeyekê ma.
Ceribandina telefona Sîmonê ji bilî lêgerînê, mail û faks jî dişandin. Heta ekrana wê jî wekî telefonên roja me bi şemitandina tiliyan bû. Telefona Sîmon, li gorî heyama xwe pirr serketî bû, lê belê ji bo bikarhêneran pirr biha bû û hemû beşên civakê nedikarîn wê telefonê bi dest bixin.
Bihayê telefonê erzankirin û 50 hezar firotin, paşê dev ji hilberandina telefonê berdan. Sedem ne bihayê telefonê bû. Bikarhênerên telefonê ji teknolojiyeke ew qasî pêşketî re ne amade bûn.
Di sala 2007’an de Jobs li ser dikê telefona ku ji aliyê sazûmaniyê ve dişibe kompûteran, da nasandin. Ew telefon jî telefona biaqil ya iPhone bû. Ji wê rojê ve kêm zêde telefonên biaqil, li gorî sazûmaniya wê telefonê tên çêkirin. Lê belê her telefoneke ku nû tê çêkirin, taybetiyeke cuda lê tê barkirin. Bi vî awayî bipêşketin zêdetir dibe.
NAVENDA NÛÇEYAN