Desteya Rêveber a Şengalê bi daxuyaniyekê encamên civîna xwe ya asayî eşkere kirin û destnîşan kir ku heta misogerkirina Xweseriya Şengalê wê têkoşîna xwe dewam bikin. 

Desteya Rêveber a Şengalê encamên civîna xwe ya 16’ê Nîsanê bi daxuyaniyekê eşkere kir. Li gorî encamnameyê, di civînê de rewşa li Rojhilata Navîn, guhertinên rojane, şer û têkiliyên berjewendiyan ên li herêmê û bandora van li ser Şengalê bi berfirehî hate nirxandin.

Bi ti awayî qebûl nakin

Di civînê de îşaret bi lihevkirina rêveberiyên Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê hate kirin û hate gotin, civaka Êzîdî ji 9’ê Cotmeha 2020’an ve bi helwêsta xwe nîşan da ku ew vê lihevkirinê bi ti awayî qebûl nake.

Di encamnameyê de hat gotin, “Gelê Êzîdî ev yek îsbat kir ku her kes divê fêhm bike, ku ti hêz ji hêza gel mezintir nîne. Di serî de banga oldarên me, meş, mîtîngên gel, meclîs, sazî, serokeşîr, civaka Ereb, hêza me ya leşkerî; bi kurtasî her kes bi sekneke berxwedêr tevgeriya. Em vê sekna yekhelwêst pîroz dikin û weke bingehê tifaqa civaka xwe dibînin.”

Ev pêvajo hinekî aram bûye, lê bi dawî nebûye

Desteya Rêveber destnîşan kir ku kengî û çawa gef li civaka wan bê xwarin, helwêsta wan wê di heman astê de bilind be û wê civaka xwe bê pişt û bê parastin nehêlin.

Di dewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku çalakiya konê berxwedanê yê li ber Asayîşa Êzîdxanê 139 roj in dewam dike û hate gotin, “Di serî de dayik û ciwan, gelê me kedeke mezin dan. Ev pêvajo hinekî aram bûye, lê bi dawî nebûye. Em ê nobeta li ber Asayîşa Êzidxanê bidin rawestandin, lê wê kon li cihê xwe bimîne. Dema bivê, em ê dîsa nobeta xwe dewam bikin.”

Desteya Rêveber a Şengalê di dawiya daxuyaniyê de destnîşan kir ku heta misogerkirina Xweseriya Şengalê û azadkirina jiyana gelê xwe, ew ê her tim têbikoşin.

ŞENGAL