Têkoşîna Halîl Guneş hêz da me
În 14 Adar 2025 - 17:00
- Hevalên Halîl Guneş, ku sala 2021'ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku li gel gelek nexweşiyan jî dest ji têkoşînê berneda û gotin:"Bi hêvî bû û dixwest careke din bigihêje kolanên Amedê, bigihêje çiyayên Kurdistanê. Dilê wî karîbû ewqasî li ber xwe bide."
Halîl Guneş ku sala 1990'î tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû, di sala 1993'an de dîl hate girtin û ji aliyê Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) a wê demê ve bi cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê hate cezakirin. Li gel ku nexweşê kanserê bû û di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de bû, nehate berdan û ji girtîgehekê ber bi girtîgeheke din ve hate sirgûnkirin. Halîl Guneş salek beriya bê berdan, di 15'ê Kanûna 2021'ê de li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a bi Hejmara 2'emîn a li Amedê li hucreya ku bi tenê dihate hiştin jiyana xwe ji dest da. Halîl Guneş 29 salan serê xwe li ber dijmin netewand, êşa xwe nîşanî kesî neda û bi têkoşînê timî keniya.
Hevalên Halîl Guneş ên bi wî re li girtîgehê bûn axivîn.
Kedek mezin da
Mahsûm Koyûn ragihand ku ji bo xwedîderketina li mîrateya Halîl Guneş û dewamkirina têkoşîna wî, ew dixebitin û got, "Bandoreke cidî li me kir. Di her karî de rê û rêbaz hîn dikir û ev yek tê bîra me. Bêguman bandora ku li me kir, bû sedem ku jiyana me bi rêxistin bibe. Divê mirov hewl bidin ku hêjayî hevalê Halîl û şehîdên weke wî bibin. Hewldan têrê nake. Hevalên şehîd ji bo me kedeke mezin dan. Lewma ji bo xwedîderketina li keda wan em têdikoşin. Em hewl didin ku bi rêya nirxên van hevalan hîn bêhtir xizmetê bikin. Ya rast bi saya hevalê Halîl Guneş û hevalên din ên şehîd em hînî meşê bûn. Bi hêvî bû û dixwest careke din bigihêje kolanên Amedê, bigihêje çiyayên Kurdistanê. Dilê wî karîbû ewqasî li ber xwe bide."
Têkoşîna Halîl Guneş hêz da me
Akin Bîrdal jî anî ziman ku ruhê têkoşînê yê Halîl Guneş hêz da wan û got, " Me Halîl Guneş jî li girtîgehê nas kir. Nûnerê me yê koxûşê bû û her tişt dikir. 32 salî bû, mezinê malbateke Ereb a ji Edeneyê ya ji 6 zarokan bû. Dibistanên seretayî, navîn û lîse di asteke serketî de qedandibû. Di pola dawî ya zanîngehê de tevlî rêxistinê bûbû. Li çiyê, li deştê, li girtîgehê li ku dibe bila bibe xwe nîşan dabû, di her firsendê de dixwend, dinivîsand. Helbestvan bû. Endamê rêya zehmet bû û di dawiyê de nexweş ketibû. Weke girtiyên din ên nexweş, nehat dermankirin û nexweşî lê giran bû. Di 15'ê Kanûna 2021'ê de piştî 29 salan ku salek ji berdana wî re mabû li Amedê dema ku tecrîdkirî bû jiyana xwe ji dest da. Ji bo me kêfxweşiyeke mezin e ku Halîl nas kir, lê windahiya me jî ewqasî mezin û giran bû. Me li Edeneyê serdana malbata wî kir. Dayik, xwişk û birayên wî bi salan bi hesreteke mezin li benda Halîl bûn." ANF/NAVENDA NÛÇEYAN