Tekoşîna gelê Kurd diyarker e
Şemî 11 Adar 2023 - 01:59
- Karasu got, di rewşa heyî de bi saya Kurdan û têkoşîna wan dawî wê li desthilata AKP-MHP´ê bê anîn. Wî rola têkoşîna Kurdan diyarker nirxand.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mustafa Karasû got, têkoşîna gelê Kurd wê encamên hilbijartinê li Tirkiyeyê diyar bike: “Heger azadî û demokrasî wê bê Tirkiyeyê, ev jî bi hêza Tifaqa Ked û Azadiyê dibe."
Karasu ji kanala televizyonê Medya Haberê re peyivî û rojev nirxand. Wî got, “Rêberê me 25 sal in dîlgirtî ye. Di dîroka cîhanê, dîroka mirovahiyê de, li zindanê girtiyekî din ê siyasî yê bi vî rengî 25 sal derbas kiriye, rêberekî bi vî rengî nîne. Bi rastî jî sekneke welê ye ku roman li ser bê nivîsandin. Dikarim vê yekê bibêjim: Heta ku sekna Rêber Apo ya li Îmraliyê neyê fêhmkirin, rastiya Rêbertî nayê fêhmkirin. Em dikarin vê yekê bi hêsanî bibêjin. Ev 25 sal wê bibe mînak. Gelê kurd jî wê ji bîr neke, tevgera me jî ji bîr neke. Em hemû em ê hewl bidin hêjayî wê seknê bin.
Paradîgmaya ku Rêbertî li zindanê afirand, civaka demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê destnîşan kir. Xeta modernîteya demokratîk diyar kir. Li ser vê bingehê li dijî sîstema dewletperest, sîstema konfederalîzma demokratîk destnîşan kir. Nîşan da ku sosyalîzm bi vî rengî dikare pêk were, ne bi dewletê re. Xeta azadiya jinê diyar kir. Ev yek wê niha li tevahiya cîhanê ji bo bindestan, gelan, kedkaran bibe xeta îdeolojîk.”
Xeta azadiya jinê tiştekî nû ye
Li ser têkoşînan azadiya jinê ya tevgera Kurd jî Karasu got: “Bêguman li cîhanê berê jî rêxistin hebûn ku ji bo mafên jinan têkoşiyan, tevgerên femînîst hebûn, danheviyên wan hebûn, asteke wan a fikrî hebû. Divê ev yek neyê înkarkirin. Lê belê em dikarin vê bibêjin. Xeta azadiyê ya jinê ku Rêber Apo destnîşan kir rewşeke nû ye. Asoyekî nû da jinan. Zemînekî welê afirand ku têkoşîna azadiya jinê gelekî zû bi pêş bikeve. Eger cîhan wê bê guhertin, bê azadkirin, bê demokratîkkirin ev yek wê bi azadiya jinê bibe.”
Erdhej wê bandorê li siyasetê bike
Karasu got, erdhej bi rastî jî bûye sedema êşên gelekî giran û li ser mijarê wiha peyivî: “Bi sed hezaran mirov mirin. Bi deh hezaran mirov dibe ku di binê xirbeyan de bin. Bi kepçeyan, dozeran dibin tevî kavilan diavêjin. Rewşeke pirr cidî û trajîk e. Gelekî şaş e ku ev erdhej weke erdhejeke ji rêzê bê nirxandin. Divê sedema mirina ewqas mirovan bi berfirehî bê diyarkirin. Her wiha divê êş û trajedî jî bi xurtî bê nîşandan. Ew ê bandorê li rewşa siyasî ya li Tirkiyeyê bike. Wê bandorê li jiyana civakî bike. Wê bandorê li tevahiya jiyanê bike.”
Erdogan bê şerm û fedî ye
Wê li ser helwêsta Tayyip Erdogan jî got, “Erdogan qala lihevhelalkirinê dike. Lihevhelalkirina çi, mirov bi vî rengî li hev helal dike? Te sûc kiriye, tu wê cezayê wê bikişînî. Dibêje, em li hev helal bikin, lê ez desthilatdar bimînim.
Ev zilamê li ber xwe nakeve, çi dibêje? 'Em nikarin yên mirî vegerînin, mirî ji xwe mirî ye'. Hela bala xwe bidin vî kesê ji xwe fedî nake! Yên ku ji aliyê desthilatdariya te ve hatin kuştin yek, du kes nîne, bi sed hezaran kes hatin kuştin. Ma ew gotine ku bê gotin? Yên bûne sedema mirina mirovan wê çi bi wan bê kirin? Ev negot e, li ber xwe nakeve. Em nikarin yên mirî bînin... Ji xwe nikare bê anîn. Ji ber polîtîkaya te bi sed hezaran mirov mirin, bêguman em nikarin vegerînin. Lê belê tu nikare bê û bi vî rengî bibêje; em nikarin yên mirî vegerînin, divê em êdî li pêşiya xwe binihêrin. Mirov ewqasî bê fedî dibe?”
Mustafa Karasu got, Tifaqa Ked û Azadiyê gelekî girîng e û li ser rola wê wiha peyivî: “Ev tifaq li Tirkiyeyê motorê têkoşîna demokrasiyê ye. Heger demokrasî û azadî were Tirkiyeyê, wê ji hêza Tifaqa Ked û Azadiyê bê. Li vir rastiyek heye; heger tifaqa AKP-MHP’ê wê têk biçe, ev yek wê bi saya têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurd be. Helbet hêzên din jî hene, lê têkoşîna me diyarker e. Ji bo têkbirina tifaqa AKP-MHP'ê û pêşîvekirina li demokrasiyê, Kurd wê di vê demê de bi erk û berpirsyariya xwe rabin. Bi dîtina min yekane daxwaza gelê Kurd, her wiha yekane daxwaza Tifaqa Ked û Demokrasiyê ew e ku kesekî nikarin qebûl bikin, nebe namzet. Yanî namzetekî ku red bikin, nîşan nedin. Yekane hesasiyet ev e.”
NAVENDA NÛÇEYAN