Têkoşîna dijî zilmê heq e

În 11 Sibat 2022 - 22:18

  • Şaxa Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) ya Mexmûrê li ser tecrîd, êşkence û zilma dewleta Tirk a li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, daxuyaniyek da.

Şaxa Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) ya Mexmûrê li ser tecrîd, êşkence û zilma dewleta Tirk a li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, daxuyaniyek da. CÎK´a Mexmûrê got, tecrîd û êşkence bi hemû aliyên xwe ve heram in, li hemberî zaliman mafê her mirovî heye têbikoşe.

CÎK´a Mexmûrê daxuyanî piştî nimêja înê, li mezgerfta taxa Şehîd Çîçek a wargehê da. Mele Eyûb Şemzînan daxwuyaniya CÎK´a Mexmûrê xwend.

Mele Eyûb bal bire ser neheqiya li girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, û got, “Xwedê teala dibêje, min her kes bi reng, ziman û çandên cûda afirandine. Her kesî maf heye ku bi ziman, reng û çanda xwe bijî. Mirovê ku li ser zimanê xwe were girtin û kuştin, zilm û înkar e. Înkar jî kûfr e. Xwedê emir dike, heger mirovek Misilman be, vê heqaretê bike, xwedê lê nebihure. Girtiyên me yên li Bakurê Kurdistanê hemû li ser ziman û çanda xwe hatine girtin. Çiqasî xwe li pêş çavê cîhanê bi Misilmanî bidin nasîn jî, lê zalim ne Misilman in. Xwedê dibêje, min dikarî her kesî wek hev bidim, lê min her yek bi reng, ziman, çand û civakên cûda afirandin. Ev yek jî nîşaneya meznatiya xwedê diyar dike.

Xwedê emir dike û dibêje, li hember mirovê zalim, mafê her mirovekî heye têbikoşe. Xwedê dibêje, min zilm li ser xwe û we heram kiriye.”

Mele Eyûb di dawiya axaftina xwe de got, divê civaka misilman hemû li hember zilma dewleta Tirk serî rake û têbikoşe.

ROJNEWS/MEXMÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.