Têkoşîna dijî qeyûm erka mirovahiyê ye

În 14 Hezîran 2024 - 00:16

Nobeta Gel a li ber şaredariyên gel û protestoyên dijî rejîma talan û dagirkeriya qeyûm li bajarên Kurdistanê û Tirkiyê didomin. Di Nobeta Gel û çalakiyan de hate diyarkirin qeyûm tinehesibandina vîna gel e û têkoşîna dijî rejîma qeyûm erka bingehîn a mirovahiyê ye.

Nobet û protestoyên li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê dewam dikin.

Amed

Çalakiyên li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û 13 şaredariyên navçeyan îro jî dewam kir.

Hevşaredar, endamên meclîsê, rêveberên bajar û navçeyan TJA, DBP û DEM Partî, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û saziyan tevlî çalakiya nobetê bûn.

Girseyê ku hatin qadên nobetê ji bo rêwitiya mitînga  li Colemêrgê amadekarî kirin, li pêşiya şaredaran dirûşmeya “Colemêrg ya me ye” berzkirin.

Hevşaredarên Rezanê û gelek welatî li pêşiya avahiya şaredariyê li hev civiyan û Rêxistina Partiya Gel a Komarî (CHP) ya navçeya Rezanê ya serdana piştgiriyê kir. Rêxistina CHP’ê ya Rezanê got ku ew ê li dijî pergala qeyûma faşîst a AKP’ê bi hev re têbikoşin û bi DEM Partiyê re di nav piştevaniyê de ne.

Di çalakiya rûniştinê de gelek caran dirûşmeya “Colemêrg ya me ye, Şaredarî ya me ye” hat berzkirin.

Êlih

Çalakî û nobeta li pêşiya Şaredariya Êlihê di roja 9’emîn de dewam kir. Parlementerê DEM Partî ya Êlîhê Zeynep Oduncu, Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêveberên bajar û navçeyan TJA, DBP û DEM Partî û nûnerên rêxistina civaka sivîl tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên “Zext nikarin me biçewisînin”, “Qeyûm wê herin, gel wê werin” hatin berzkirin û stran hatin gotin.

Rêxistina DEM Partî ya Edeneyê jî tevlî çalakiyê bû.

Sêrt

Hevşaredarên Sêrtê Sofya Alagaş, Mehmet Kaysi, endamên meclîsê, Parlementera DEM Partî ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, rêxistinên bajar û navçeyan ya DBP û DEM Partî, TJA, Dayikên Aştiyê û gelek kes piştgirî dan çalakiya li pêşiya Şaredariya Sêrtê. Di çalakiyê de dirûşmeya “Bijî berxwedana Colemêrgê” hate berzkirin û pankarta “Şaredarî yên me ne, em ê rê nedin desteserkirinê” hate vekirin. Çalakiya nobetê bi çepik, tilîlî û gerandina govendê dewam kir.

Çalakiya nobetê ya li şaredariyên serdanê yên Misirc û Hawêl ên Sêrtê bi çepik, tilîlî û dirûşmeyan dewam kir.

Îzmîr

Tevgera Jinên Azad (TJA), DEM Partî, Partiya Kedê (EMEP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Karkerên Tirkiye (TÎP), Partiya Tevgera Kedê (EHP), Platforma Meclîsên Sosyalîst (SMF) Nobeta Edaletê ya li dijî dagirkirina Şaredariya Colemêrgê di roja 7’an de domand.

Di çalakiyê de li ser navê Platforma Demokrasiyê ya Narlidere Firdevs Kutluk û Endamê PM’ê yê ESP’ê Mûrat Çepnî axivîn. Firdevs Kutluk got: “Em ê jiyaneke hevbeş ku demokrasî û aştiyê bîne vî welatî ava bikin.”

Mûrat Çepnî jî diyar kir ku qeyûm darbe, êşkence û zilm e û têkokşîna li dijî vê yekê erka bingehîn a mirovahiyê ye.

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.