Têkiliya xwendevan û pirtûkan geş dike

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 18 Cotmeh 2024 - 00:35

Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 8`an li Hola Zana ya Qamişloyê bi serdana xwendevan, rewşenbîr, nivîskar, lêkolîner, xwendekarên dibistan û zanîngehan dewam dike.

Rêveberên weşanxane û navendên çandî der barê girîngiya xwendina pirtûkan û lidarxistina pêşangehê de ji ajansa me re axivîn.

Rêvebera Weşanxaneya Şilêr Fîdan Mihemed destnîşan kir ku xwendin û bi taybetî ji bo ciwanan girîng e û got: “Çûn û hatina ciwanan ji bo pêşangehê heye, dema pirtûkekê bixwazin buhayê wê çi qas be jî dikirin.” Fîdan Mihemed da zanîn ku lidarxistina pêşangehan di pêkanîna civatên rewşenbîriyê de roleke baş dilîze û dihêle asoyên mirovan fireh bibin. Fîdan Mihemed da xuyakirin ku li pêşangehê hemû pirtûk kom dibin û bi hêsanî tên peydakirin û got: “Girîng e pêşangeh her sal were lidarxistin.”

Rêveberê Navenda Şopdarên Rojê Gîvara Xişo jî diyar kir ku mirov bi xwendin û lêkolînê ji cîhana derdora xwe fêm dike û got: “Xwendin dihêle ku ferdên di nava civakê de çanda xwe nas bikin û di warê xetereyên li ser civakê de civaka xwe hişyar bikin.” Gîvara Xişo destnîşan kir ku li pêşangehê hemû cureyên pirtûkan tên pêşkêşkirin, ew yek dikeve xizmeta xwendevanan, xwendevan dikarin pirtûkên ku bixwazin bibînin û wiha got: “Pêşangeh têkiliya xwendevanan bi xwendina pirtûkan re geş dike û rê li ber naskirin û dan û standina xelkê ji hev re jî vedike.”

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.