Tecrîda li ser Ocalan rakin

Sêşem 27 Tebax 2024 - 02:45

  • Parlamenterên DEM Partiyê Omer Ocalan, Kezban Konukçû, Sumeyya Boz diyar kirin tecrîd rojeva wan a esasî ye û bingehê aştî û aramiya civakî rabûna tecrîdê ye. Hevserokê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban jî got Ocalan di çareseriya pirsa Kurd de xwedî roleke krîtîk e, bang li dewleta Tirk kir ku dawî li tecrîda li ser Ocalan bîne û vegerê ser polîtîkayên ku xizmeta aştiya civakî dikin.

DEM Partiyê li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê bi sernavê "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" panelek li dar xist û bal kişand ser tecrîdkirina Rêber Ocalan. Panel li avahiya DEM Partiya Esenyurtê hat lidarxistin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan û gelek kes tev li panelê bûn. Omer Ocalan li panêlê axivî.

Omer Ocalan ferqa tecrîda heya 2015’an û ya piştî 2015’an destnîşan kir û got bi tecrîdê armanc dikin Ocalan ji rojeva Kurd û Kurdistanê derxînin.

 Ocalan destnîşan kir ku bi tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan armanc ew e ku wî bi gel bidin ji bîrkirin û wiha axivî: "Li Îmraliyê hiqûqa neteweyî û navneteweyî nayê şixûlandin. Em di rojên herî girîng de jî nikarin ji birêz Ocalan agahî bigirin. Jiyana wî di bin tecrîdê de ye û dixwazin fikrên wî tecrîd bikin.’’

Dixwazin Ocalan bidin jibîrkirin

Oclan bi domdarî got,’’ Ev 25 sal in tecrîd heye lê ji sala 2015’an vir ve tecrîd hatiye girankirin. Dixwazin birêz Ocalan bidin jibîrkirin û ji rojeva Kurd û Kurdistanê derxin. Divê em li dijî vê têkoşîna xwe xurt bikin û tecrîd û îşkenceyên li girtîgehan bidin nîqaşkirin. Li her cihî û di her xebatê de rojeva me ya sereke tecrîd e. Em dikarin bi berxwedana xwe tecrîdê bidin rakirin." 

Şertê aştî û aramiyê rabûna tecrîdê ye

Malbatên girtiyan û Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Marmarayê (MATUHAY-DER) ji bo tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan rabe û azadiya wî were mîsogerkirin vê hefteyê jî çalakiya “Deng bide azadiyê” li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoya Stenbolê li dar xistin. 

Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Kezban Konûkçu di çalakiyê de tecrîda li ser Rêber Ocalan bi bîr xist û got,’’Heke li vî welatî aştî û aramî çêbibe divê pirsgirêka Kurd were çareserkirin û tecrîda giran a li Îmraliyê bê rakirin. Li Îmraliyê tecrîdeke giran tê pêkanîn. Komeke biçûk neçareseriyê ferz dike. Tecrîd li her qadê heye. Em weke DEM Partiyê li dijî vê neçareserkirinê têkoşîna bi hev re a gelan dimeşînin.

Çareserî azadiya Ocalan e

Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz jî destnîşan kir dema ku Rêber Ocalan azad bû wê pirsa  Kurd jî çareser bibe.

Boz destnîşan kir gavên Esat Oktay îro li girtîgehan berdewam dikin, li dijî van gavên mîna yên Esat Oktay berxwedana jî didome. 

Boz got,’’Li girtîgehan axaftina bi kurdî jî hatiye qedexekirin. Feraseta ‘bi tirkî biaxive, gelek biaxive’ dîsa di dewrê de ye. Me Kurdî, hebûn û berxwedana xwe parast, em ê biparêzin. Tecrîdê li Îmraliyê dest pê kir, belavî 4 parçeyên Kurdistanê bû. Çareseriya pirsgirêka Kurd girêdayî rabûna tecrîdê ye. Dema azadiya birêz Ocalan pêk hat dê pirsgirêka Kurd jî çareser bibe.”

Hevserokê ÎHD'ê Huseyîn Kuçukbalaban jî bang li dewlet û hikumetê kir ku polîtîkayên xwe yên heyî biterikînin û li wan polîtîkayana vegerin ku xizmetê ji aştiya civakî re dikin.

Hevserokê ÎHD'ê Huseyîn Kuçukbalaban bi bîr xist, Rêber Abdullah Ocalan ku di çareseriya meseleya Kurd de aktorekî gigrîng e, bang li dewleta Tirk kir ku tecrîdê rake.

Divê pirsa Kurd bi aştiyê çareser bibe

Kuçukbalaban ê ku ji ANF’ê re axivî destnîşan kir ku Rêber Ocalan di mijara çareseriya meseleya Kurd de aktorekî krîtîk e û got, "Dewlet bi xwe jî bi girîngiya vê rola krîtîk zane. Em ÎHD ji roja ku ava bûne û vir ve em mafê aştiyê û aştiyê diparêzin. Em dibêjin, divê meseleya Kurd bi polîtîkayên aştiyane bê çareserkirin. ‘’

Dev ji polîtîkaya tecrîdê biqerin

Balaban wiha domand: ‘’Abdullah Ocalan ku di çareseriya meseleya Kurd de aktorekî krîtîk e zêdeyî 4 sal in nikare malbat û parêzerên xwe bibîne. Em vê yekê weke pirsgirêkek mafên mirovan dibînin, weke dûrketina ji polîtîkayên aştiyane dibînin. Komeleyê me gelek caran daxwaza serdana Îmraliyê li Wezareta Dadê lê , lê belê bersiv wernegirtin. Em bang li dewlet û hikumetê dikin ku tavilê van polîtîkayên xwe biterikînin û li wan polîtîkayan vegerin ku xizmetê ji aştiya civakî re dikin. Weke gava destpêkê jî em bang li dewletê û Wezareta Dadê dikin bihêlin ku Abdullah Ocalan karibe malbat û parêzerên xwe bibîne."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.