Tecrîd li gelek deveran hate şermezarkirin

Çarşem 7 Tebax 2024 - 02:35

Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li gelek bajarên Ewropayê hate şermezarkirin. Di çalakiyan de bang hate kirin ku CPT demildest serdana Imraliyê bike, êrîşên dagirker û zextên li ser çand û zimanê Kurdî hate bibîrxisin û hate gotin ev giş bi tecrîdê ve girêdayî ne.

Stockholm

Çalakvanên ku li pêşiya parlementoyê stand vekirin, ji bo balê bibin ser rewşa Rêber Abdullah Ocalan bi sedan danezan û borşurên ku biyografiya wî tê de hebûn belavkirin.

Çalakvanên ku ji bo lêkolînkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan, daxwaza avakirina komîteya ad-hoc a di bin sîwana AKPM’ê de kirin û bang li Komîteya Hiqûqê ya Konseya Ewropayê kirin.

Çalakvanan ev peyam dan, “Divê destûr bê dayîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike û di bin şert û mercên ku bikaribe li Tirkiyeyê ji bo çareseriyeke siyasî ya demokratîk rol bilîze de were berdan.”

Bern

Li paytexta Swîsre Bernê jî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, êrîşên dagirkerî û êrîşên li ser çanda Kurd bi çalakiyek hate şermezarkirin. Kurdistaniyên ku li ber Parlementa Federal a Swîsreyê hatin ba hev, daxuyanî dan. Piştî daxuyaniya li vir rayedarên hikûmeta Federal a Swîsreyê dosyeyên ku ji bo radestî hemû partiyên siyasî û parlamenteran bên kirin bi rêya e-maîlê şandin.

Ferhat Encû, destnîşan kir ku sîstema êşkenceyê ya tecrîdê ku bi temamî binpêkirina hiqûqa navneteweyî û mafê mirovan e, di esasê xwe de armanca wê bêdengkirina dengê gelê Kurd e û wiha got, "Êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê, girtinên ji ber ziman, çand û nasnameya Kurd, bi tecrîdê ve yekser girêdayî ne.”

Piştî axaftinan dosyayên ku ji bo hikûmeta Federal a Swîsreyê, hemû partiyên siyasî û parlamenteran re hatibû amadekirin, bi rêya e-maîlê hatin şandin. 

Graz

Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk a bajarê Grazê ya Awusturyayê tecrîda li ser Rêber Ocalan şermezar kir. Çalakgeran  pankarta bi nivîsa “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aştî” nivîsî hildan, xemsariya CPT’yê û Konseya Ewropayê şermezar kir. 

Çalakvanan belavok belav kirin û diyar kirin ku mafê herî bingehîn ê mirovî yê Abdullah Ocalan divê nebe mijarê bazariyê û hat gotin ku gelê Kurd dê vê siyasetê qebûl neke. Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê li ber şaredariya bajarê Lîmasolê ji bo balê bikişîne ser tecrîda girankirî çalakiya rûniştinê ya 3 rojan da destpêkirin.

Qibris

Çalakgerên ku li ber Şaredariya Lîmasolê çalakî dan destpêkirin, bênavber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Ji Ocalan re azadî” û “Bê Serok Jiyan Nabe” bi zimanê Kurdî, Îngîlîzî û Yewnanî berzkirin.

Li qada çalakiyê bi sedan belavok bi mijara tecrîda girankirî ya li Îmraliyê, hatin belavkirin.

Hevseroka Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê Fatma Dogan di çalakiyê de axivî. Dogan got, “Azadiya Rêber Ocalan sedema hebûna me ye. Divê tu kes li ser azadî û hebûna me bazariyê neke."

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.