Roja Şemiyê li bajarên Elmanyayê Darmstadt, Mannheim û Berlînê li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan çalakiyên protestoyî hebûn.
DARMSTADT
Kurdistaniyên li Luisenplatz a li Darmstadtê hatin gel hev, bi belavokên Elmanî zextên li ser HDP’ê şermezar kirin û diyar kirin ew ê hertim û li her derê xwedî li HDP’ê derkevin.
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana HDP” bi dawî bû.
MANNHEIM
Kurdistaniyên li Mannheim ji bo protestokirina tecrîdkirina Rêber Ocalan û daxwaza azadiya fîzîkî ya wî, çalakiyek kir. Lê belê polêsên Elman jî bi hinceta ewlekariya gel nîne, xwestin hildana alayan asteng bikin.
Çalakgeran nerazîbûn nîşan da û piştî axaftinê çalakî bi dawî kir.
Di çalakiyê de hate gotin, “Hemû çekên li dijî Kurdan hatin bikaranîn yên li Efrînê, li tevahiya Rojava, yên li Cizîr, Nisêbîn, Sûr, Silopî, Hezexê hatin bikaranîn hemû ji Elmanya û Ewrûpayê ne. Kî çi dibêje bila bibêje çi bike bila bike, heta ku em tecrîdê dişikînin, Rêber Apo azad dikin, em ê çalakiyên xwe bidomînin.”
BERLÎN
Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û TÊKO-JIN li paytexta Elmanyayê Berlînê li Hermanplatzê li hev civiyan û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist. Di çalakiyê de TCŞ’ê got, “Azadiya Rêber Apo gelekî nêz e. Bi greva birçîbûnê û berxwedana rojiya mirinê, me dilsoziya bi Rêber Apo re nîşanî komplogeran û gelên cîhanê da. Me nîşanî her kesî da ku em jiyaneke bê Rêber Apo qebûl nakin.”
NAVENDA NÛÇEYAN