Tecrîd bi têkoşînê dikare bişike

Çarşem 24 Tîrmeh 2024 - 00:27

Servet Kaya yê ku ji girtîgehê derketî diyar kir qerdiyan piranî bi şev, bi sêdem, ji bo ku provaksyonan derxinînin bi ser qawîşan de digirin, bi asta ku mirov tacîz dikin ser girtiyan diğerin, nahêlin ku girtî heqê tedawiyê bi kar bînin. Kaya destnîşan kir tecrîda li ser Rêber Ocalan li girtîgehan berbelav bûye û ji bo şikandina tecrîdê got hewceyî bi geşkirina têkoşînê heye.

Servet Kaya yê piştî di sala 2017’an de li Amedê hate destgîrkirin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin, bi rêzê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê û Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan a Amedê hate ragirtin. Kaya, herî dawî meha kanûna 2021’an sewqî Girtîgeha Tîpa S a Manavgat a Antalyayê hate kirin. Kaya, di 10’ê tîrmehê de ji vir jî hate berdan. Kaya behsa binpêkirinên li girtîgehan kir. 

Bi ser qawîşan de digirin

Kaya, diyar kir ku bi taybetî bi şev bi ser qawişan de digirin û dixwazin “provokasyonan” bikin û got,’’Nîvê şeve, li gel ku ti rewşek nîne jî bi navê ‘lêgerînê’ tên odeyan belav dikin, hewl didin bingeha provokasyona ku bigihe asta tahrîkê ava bikin. Bi vî awayî hewl didin bingeha pêkanîna tundiya psîkolojîk û fizîksel ava bikin.”

Lêgerîna bi asta tacîzê dikin

Bi domdarî Kaya got mafê tedawiyê piranî tê astengkirin, cihêkarî li girtiyên siyasî tê kirin, bi hincetên cuda piştî bi mehan ji nû wan dibin nexweşxanê, sewqî rewîran dikin. Kaya, axaftina xwe wiha domand: “Bijîjk jî dema rewşên lezgîn çêdibin gelemperî sewq dikirin nexweşxaneyan. Di rewşeke wiha de jî kêmî 7-8 mehan te nabin nexweşxaneyê. Dema dibin nexweşxanê jî bi rengekî ku mirov tacîz bikin ser girtiyan seh dikin. An tu yê van ferzkirinan qebûl bikî an jî dê mafê te yê tedawiyê were astengkirin û te nabin nexweşxaneyê. Dema tu neçî nexweşxaneyê jî cezayê hucreyê li te dibirin û derbarê de lêpirsîn tê destpêkirin.” 

Tecrîd li girtîgehan berbelav bûye

Kaya diyar kir tecrîda mitleq a li ser Rêber Ocalan li hemû girtîgehan berbelav bûye û got, “Pêkanîna tecrîdeke wiha giran a li ser şexsiyetekî ku Kurdan ji xwe re weke pêşeng destnîşan kiriye xwedî wateyeke gelekî cuda ye. Bi mebesta qedandinê û parçekirinê ye. Polîtîkayeke ku li dijî îmhayê pêş dikeve ye. Girtîgeha Manavgatê û hemû zindanên din ji polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê nesîbê xwe digirin. Polîtîkayên ku li Îmraliyê tên pêşxistin li hemû zindanan zêde dibin.” Kaya, bal kişand ku Lijneyên Çavdêrî û Îdareyê yên li girtîgehan hatine avakirin pêkanînên tecrîdê kûrtir kirine û li dijî pêkanînan qala girîngiya têkoşîna demokratîk kir. Kaya, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê êdî her kesek dengê xwe derxîne. Bi gelê Kurd û mirovên ku gelê Kurd weke xwişk û bira dibînin re dikarin kampanyayên îmzeyê bên destpêkirin û meş bên lidarxistin. Dikarin biçin zindanan û hesaba polîtîkayên tecrîdê bipirsin. Heta ku dereng nebe ji bo hin gav bên avêtin divê ji niha ve bikevin nav liv û tevgerê. Em rewşa heyî qebûl nekin jî di hin rewşan de bi paş ve man, kêm man. Ji bo ku bi temamî me têkoşîn û berxwedana vê bi pêş ve nebir polîtîkaya tecrîdê heta îro pêk tê.”

MA/ANTALYA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.