Tecawizkariya artêşa Tirk piştrast bû

Yekşem 20 Tebax 2023 - 16:07

  • Di hinceta biryara leşkerên Tirk ên tecawizkar de derkete holê ku leşkeran jixwe razî hewl daye delîlan tine bikin û li sûcê xwe jî mikur hatine. Diyar e ku leşkerên tecawizkar ne li benda cezayekî giran bûn. 

ROJDA AYDIN / JINNEWS / WAN

Li navçeya Mehmûdî ya Wanê du çawişên pispor Ahmet Can Donmuş û Oguzhan Kiliçtûg destavêtibûn Leyla M.´yê. Ew hatin dadgehkirin û cezakirin. Niha biaryara bi hincet hat eşkerekirin. Di biryarê de her du leşkerên artêşa Tirk li xwe mikur tên ku dest avêtine Leylayê.

Li navçeya Mehmûdî ya Wanê derketibû holê ku di 2’ê Çileyê îsal de du çawişên pispor ên artîşa Tirk, Ahmet Can Donmuş û Oguzhan Kiliçtûg dest avêtine jina penaber a ji Efxanistanê a bi navê Leyla M. Piştî ku bûyer derkete holê, her du tecawizkar hatin di 3’ê Çile de hatin girtin.

Piştî lêpirsînê Serdozgeriya Komarê ya Wanê, di 6’ê Çile de derbarê herdu failên destavêtinê de ji ber “Birîndarkirina jinan”, “Destdirêjiya cinsî” û bi sûcê “Mehrûmkirina ji azadiyê" îdîaname amade kir. Piştî ku 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran îdîaname qebûl kir, pêvajoya dadgehkirinê dest pê kir. Paşê jî di 8’ê Hezîranê de biryar hat aşkerekirin.

 

Xwe negirtiye!

Derkete holê ku her du tecawizkarên artêşa Tirk li xwe mikur hatine. Di hinceta biryarê de hate gotin, Kiryar Ahmet Can Donmuş di yekemîn rûniştina dozê de di parastina xwe de li sûcê destavêtinê bi gotina “min xwe negirt” mikur hatiye. Ew li xwe mikur hat ku wî xwestiye delîlan jî tine bike.

Failê din ê destavêtinê yê artêşa Tirk Kiryar Ogûzhan Kiziltûg jî di parastina xwe de bi gotina “min bi ya şeytên kir” li sûcê xwe yê tecawizê mikur hat.

 

Bi êşkenceyê dest avêtine Leylayê

Leyla M. li dadgehê gotiye, herdu leşkerên Tirk jî tecawizî wê kirine û di hin cihên îfadeya xwe de gotiye: “(…) Du leşker bi koma me re çûn. Ew kesên ku di ekranê de dixûyin, kesên bi koma me re hatine. Min ew teşxîs kirin (...) Wan em birin cihekî biçûk li serê çiyê. Li wê derê li ser me sex kirin. Kesê ku em sex kirin, Ogûzhan e û min ew teşxîs kir. Jixwe, li wê derê ez tacîz kirim. (…) Dema ku ev tişt bû, leşkerên din jî li cem me bûn. Bi lampeya destan yan jî bi telefona xwe ronahiyek dibiriqand. Leşkerê dinê jî dît ku ez ji aliyê Ogûzhan ve bi destdirêjiyê re rû bi rû me. Heta di wê navberê de henekê xwe kir bi hevalê xwe re keniya. Piştre ez ji wan veqetandim û ber bi cihekî dinê ve birim. Ji bo ku neçim, min gelekî li ber xwe da. Lê bi zorê ez birim (…) Piştre bang li Ahmet Can kir û ew hat (…) Wî ez ber bi xwarê ve avêtim û ez ber bi jêrê ve gindirîm. Ahmet Can ez avêtim xwarê. Vî kes piştî ku ez avêtim xwarê, kevir avêt min. Kevir li  lingê min ket. (…) Ez piştre bi gavên bi lez ber bi leşkeriyê ve çûm û ez kirim hundir. Ez gilî dikim.”
  
Xwestin delîlan tine bikin

Şahidan di dema biryarê de diyar kir ku failan hewl daye delîlan tine bikin û der barê tiştên qewimîne de îfade dane.

Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Wanê, Midûriyeta Şaxa Tipa Edlî ya Wanê û Nexweşxaneya Dewletê ya Mehmûdiyê di encama mûayeneyê de di raporên xwe de cih dane wê yekê ku di laşê Leylayê de şopên birînan hene. Di rapora 6’ê Çileyê ya Midûriyeta Laboratuwara Polêsên Krîmînal a Herêma Amedê de di encama lêkolînên li ser delîlan de hat diyarkirin ku menî û nimûneyên xwînê yên bersûcan hatine dîtin.

 

Ji ber destavêtin û revandinê hatin cezakirin

Di biryarê de ji ber sûcê “Êrişa cinsî” 22 sal 6 meh, ji ber sûcê “ji azadiyê mehrûmkirina mirovekê” 9 sal û ji ber sûcê “Bizanebûn birîndarkirinê” jî 6 meh, bi giştî 32 sal ceza li Ahmet Can Donmuş hat birrîn.

Ji ber sûcê “Êrişa cinsî” 27 sal û 13 meh û 15 roj, ji ber sûcê “ji azadiyê mehrûmkirina mirovekê” 9 sal, bi giştî 36 sal 13 meh 15 roj ceza li Ogûzhan Kiziltûğ hat birrîn.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.