Leşkerê kirêkirî hate cezakirin

Duşem 15 Nîsan 2024 - 00:53

Leşkerê kirêkirî yê Tirk ku li Şirnexê hewl da tecawizî jineke Kurd bike, ji alî gelê Şirnexê ve hate cezakirin. Dewleta Tirk bêgav ma ku leşkerê kirêkirî destgîr bike. Baroya Şirnexê ragihand ew ê pêvajoyê bişopînin.

Leşkerê kirêkirî Z.Ç. li Cadeya Ormanê ya Taxa Dîcleyê ya girêdayî navenda Şirnexê jinekê tacîz kiribû. Li ser vê şêniyên Şirnexê yên li derdorê mudaleyî leşkeê kirêkirî kirin, li naverastê ew bi ledanê nihotî kirin. 

Li ser nerazîbûna gel dewleta Tirk bêgav ma ku leşkerê kirekirî ji kar dûr bixe û destgîr bike.

Em ê pêvajoyê bişopînin

Barayo Şirenxê têkilî hewldana tecawizê ya leşkerê kirêkirî daxuyaniyek da.

Baro da zanîn ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê daye destpêkirin de Z.Ç. hatiye destgîrkirin û ji kar hatiye dûrxistin. Di daxuyaniyê de wiha hatin gotin: “12’ê nîsana 2024’an saet derdora 21.30’an, çawişê pispor ê serxweş, welatiyeke me tacîz kir û welatiyên li derdorê li gel bûyerê faile tacîzê derb kiribûn û bûyer di çapemeniyê de derktibû pêş. Têkildarî bûyerê 4 welatiyên me hatine destgîrkirin di çarçoveya lêpirsîna edlî û îdarî hatiye destpêkirin de kare Z.Ç. hatiye sekinandin û hatiye destgîrkirin. Em ji raya giştî re diyar dikin ku em ê şopdarê bûyerê bin.”

Em ê bêdeng nemînin

TJA’yê jî derbarê tacîza çawişê kirêkirî yê Tirk ya ku li Şirnexê pêk hatî de daxuyaniyek da. TJA di daxuyaniyê de got: "Em ê îro jî mîna duh li hemberî polîtîkayên şerê taybet bêdeng nemînin. Me soz da ku em ê bi hêza xwe ya civakî li her derê parastina xwe ya cewherî pêş bixin û me ev yek pêk anî.  Em ê li pişt gotina xwe bisekinin. Em destûrê nadin ku kiryar ji aliyê dewlet û darazê ve bên parastin."

Dijî tacîzê meş

Tacîza çawişê kirêkirî yê Tirk bi meşekê hate protestokirin. Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê, sendîkayên girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Şirnexê Newroz Uysal Arslan, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û gelek kes tev li meşê bûn. 

Girseya ku li Qada Cumhuriyetê hate ba hev, bi pankarta “Ji îstîsmar û tacîzê re bibêje bes e” vekirin û heta pêşiya avahiya KESK’ê meşiyan.

Dewletê tacîzkar revand

Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan jî got ku faîl ji hêla polîsan ve hatiye revandin û parastin. Uysal got,’’Bûyera Fîrdevs Babat jî ji hêla heman kesan ve hate kirin. Bûyera Sakîne Kultur hêj di bîra me de ye. Di nava sê salan de bûyereke bi heman rengî rû da. Xelkê Şirnexê jî li dijî vê rabû ser pêyan. Duh heman tişt li kolanên me hate kirin. Wê xelkê Şirnexê li dijî van bûyeran her tim berteka xwe nîşan bide. Faîlê ku piştî bûyerê weke birîndar hatiye nîşandan, bi lez û bez rakirin nexweşxaneyê û ji wir jî hate revandin.” 

Helwesta jinê diyarker e

YPS-JIN’ê jî têkilî rûdanê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate ragihandin li hemberî polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê li dijî jinê tê kirin, helwest û sekna jinê wê nêzîkatiya tevahiya gelê Kurd diyar bike.

Koordînasyona YPS JIN'ê got, "Li hemberî êrîşên şerê taybet ên dijmin,  jinên Kurd divê em rêxistiniyê û bûyîna hêza xweparsatinê ji xwe re bikin wezîfeya bingehîn."

Di daxuyaniyê de ev bang hate kirin, "Bi taybetî em bang li xelkê Şirnexê, bi giştî jî tevahiya gel, jin û ciwanên Kurdistanê dikin ku li hemberî polîtîkayên şerê taybet û dagirkeriyê bi xweparastinê rê nedin polîtîkayên şerê taybet ên dijmin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.