Tecawizên unîformayî diparêzin

Şemî 13 Tîrmeh 2024 - 00:24

MEHMET GULEŞ / MA / WAN

Dadgeriya mêtinger a Tirk tecawizên bi unîformayên leşkerî diparêzin. Dadgeha Tirk bi zexta civakî 6 sal û 8 meh ceza da cerdevanê tecawizkar ê li Elbakê. Parêzer Jiyan Ozkaplan dijî vê helwest nîşan da û got,’’Lêpirsîneke bibandor nehat kirin. Ji ber ku faîl bi unîforma ye, hat parastin." 

Li Elbak a Wanê 15'ê tebaxa 2023'yan cerdevan Bişar Atli, dest dirêjî M.Ş.'yê kir. Danişîna biryardayînê ya bi sûcê "destdirêjiyê" di 9'ê tîrmehê de li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat lidarxistin. Dadgehê bi giştî 6 sal û 8 meh ceza li Atli birî. Ji ber ku Atli bi awayekî negirtî tê darizandin û cezayekî hindik lê hat birîn, bû cihê bertekan. 

Ji ber unîformayê hate parastin

Parêzera M.Ş.'yê Jiyan Ozkaplanê anî ziman çendî destdirêjî di rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) de bi rengekî aşkere derketiye holê jî, cezayekî hindik li sûcdar hat birîn. Ozkaplanê destnîşan kir di dosyeyê de lêpirsîneke berfireh nehatiye kirin û got: "Kiryar Atli jî wekî dosyeyên din ji ber ku bi unîforma ye hat parastin. Îdianame bi sûcê 'destdirêjiyê' hat amadekirin, lê di mutalayê de gelek tiştên di dosyeyê de hatin guherandin. Dozgerê ewil der barê kiryara de doza beraet û berdanê da û şandeya dadgehê ya demborî jî ev daxwaz qebûl kir. Di danişîna din de dozgerê dosyeyê guherî û mutalaa jî guherî. Vê carê mutalaa bi sûcê 'êrişa zayendî ya hêsan' hat amadekirin. Sûcdar 12 caran beşdarî danişînê nebû. Di danişîna biryardayinê de diviyabû sûcdar li eywana danişînê bûya. Diviyabû gotina dawî bigota û biryar li ber çavê wî bihata xwendin. Û diviyabû ceza girantir bûya." 

Ji cezanekirinê cesaretê digirin

Ozkaplanê destnîşan kir ku kesên bi unîforma cesaretê ji polîtîkayên necezakirinê digirin û beşdarî sûcên nû dibin û got: "Polîs, leşker û cerdevan cesaretê ji vê digirin û ev sûc zêde dibin." 

Ozkaplanê bal kişand ser girîngiya bertekên jinan û got:" Ji lew re şandeya dadgehê xwedîderketinekê dibîne. Lewma divê jin di vî warî de xwe birêxistin bikin." 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.