Tecawiz şerê taybet e

În 19 Nîsan 2024 - 17:30

  • Endama Desteya Rêveber a Komeleya Jinê ya Rosa Fîlîz Kaygû diyar kir tecawizên li Kurdistanê yên bi destê hêzên milîtarîst ên bi bîr xist, got, ‘’Tecawiz polîtîkaya şerê taybet e’’ û dadgehên Tirk jî tecawizkaran berdidin.

Rosa Filîz Kaygu diyar kir bûyerên kuştina jinê ku zêde bûne û got, "Şêweyê tifaqa paşverû ya AKP'ê û şirîkên wan ên biçûk, li ser polîtîkaya dijberiya li jinê ye, lewma bûyerên tundiyê û kuştina jinê zêde dibin. Em jin ti carî vê ferasetê qebûl nakin.’’

Em vê pergalê qebûl nakin
Fîlîz Kaygû anî ziman ku desthilatdariya AKP'ê naxwaze jin li qadên jiyana civakî hebin û got, "Mejiyê paşverû naxwaze jin li qadên aborî, siyasî û civakî hebin. Dixwaze ku jin tenê xizmetê ji mêr re bike. Ev rewş jî jiedîtî hatina jinê ye, tinehesibandina jinê ye. Em vê sîstema paşverû qebûl nakin. Heta ku ji me tê em têdikoşin. Em jin nîşan didin ku bi têkoşîna xwe hene. Jin êdî naxwazin xizmetê ji mêr re bikin, dixwazin azad bibin. Jin hewl didin mejiyê serweriya mêr bişikînin."

Dadgeh tecawizkaran berdidin
Fîlîz Kaygû ragihand ku ji ber polîtîkaya bêcezahiştina kiryaran bûyerên kuştina jinê zêde dibin û got, "Desthilatdarî têkildarî sûcên destdirêjî, destavêtin û kuştina jinê ti carî cezayên bibandor ferz nake. Bi gotina 'rewşa baş' kiryar têne berdan. Hûn jî zanin, di pêvajoya şewbê de piraniya tecawizkar û mêrên ku jin kuştin, hatin berdan. ‘’

Gel ceza da tecawizkar
Kaygu bi domdarî destdirêjiya leşkerê kirêkirî ya li Şirnexê bi bîr xist û got,’’Ev rewş nîşan dide ku dewlet ji vê polîtîkayê aciz nîne, berevajî vê yekê piştgiriyê dide polîtîkaya bêcezahiştinê. Beriya bi demeke kurt li Şirnexê leşkerekî kirêkirî bi navê Z.Ç. hewl da destdirêjiyê bike. Ji ber polîtîkayên kêm ên dewletê, xelkê Şirnexê bi xwe û bi hêza xwe ya xweparastinê bersiv da bûyera destdirêjiyê. Kiryar hate destgîrkirin, ji wezîfeyê hate dûrxistin, lê belê divê mirov qîma xwe tenê bi vê nîne. ‘’

Cezayê giran hewce ye
Kaygu herî dawî wiha got: ‘’Divê cezayên giran li kiryaran bêne ferzkirin ku careke din bûyerên bi vî rengî neqewimin. Bi taybetî li cografya Kuridstanê bûyerên bi vî rengî zêde ne, ku ev yek polîtîkaya şerê taybet e. Em jin êdî naxwazin ev yek bê serê me."ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.