Li Îdirê destavêtin û fihûş

În 20 Cotmeh 2023 - 00:23

ROJDA AYDIN / JINNEWS / ÎDIR

Li navenda Îdirê derket holê ku zarokek bi tecawiz û fuhûşê re rû bi rû maye. Li gorî nûçeyê ji ber şantaj û gefan zarokê nikariye bûyerê ji malbata xwe re vebêje. Ji ber ev gef berdewam kirin zarok di 27’ê îlonê de çû Midûriyeta Polêsan a Îdirê û behsa tiştên ku jiyane kir. Di îfadeyên miduriyeta polîsan û dozgeriyê de hat zanîn ku 6 mêr nêzî 4-5 mehan destdirêjî li zarokekê kirine û bi şantajê fuhûş pê dane kirin. 

Zarok di îfadeya xwe de destnîşan kir ku ji aliyê mêrên bi navên Ferhat Angay, Onûr Begeç, Vedat Gîden, Cebraîl Yildiz, Murat Altûn û Alîcan Begeç ve bi tecawizê re rû bi rû maye û giliyê kiryaran kir. Piştî ku bûyer derket holê malbata zarokê jî giliyê kiryaran kir.

Di heman demê de di mûayeneya nexweşxaneyê de jî derket holê ku zarok bi tecawizê re rû bi rû maye. Kiryaran di îfadeyên xwe yên miduriyeta polêsan û dozgeriyê de tecawiz û şantaj qebûl nekirin. Piştî îfadeyên dozgeriyê di 27’ê Îlonê de kiryar Onûr Begeç, Alîcan Begeç, Vedat Gîden û Mûrat Altûn bi sûcê “Îstîsmara zayendî ya li zarok” hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa S ya Îdirê. Kiryar Ferhat Angay jî bi şertê kontrola edlî hat berdan. Pişt re ji aliyê parêzerên zarok ve ji bo kiryar Ferhat Angay bê girtin serlêdan hate kirin. Hate diyarkirin ku ji ber kiryar Cebraîl Yildiz jî winda ye hîn îfadeya wî nehatiye girtin. Hate zanîn ku piştî zarok xistine bin parastinê.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.