REWŞAN DENÎZ
Sekreterê Giştî yê NATO’yê Stoltenberg, diyar kir ku di tifaqa xwe de ew di kêliyeke girîng de ne: “Bi konsepta Stratejiya 2030’î di têkiliyên transatlantîkê de em beşekî nû vedikin.” Herçî siyaseta beramberî Kurdan e, helwêsta NATO´yê wê piştî hevdîtinên serokdewletan xwe eşkere bike.
Civîna Bilind a Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) ku serokê hikûmet û dewletên 30 welatên endam tevlî dibin, li paytexta Belçîkayê Brukselê doh dest pê kir. Ji bo ewlehiya civînê û li dijî vîrûsa koronayê tevdîrên hişk hebûn. Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg, beriya civînê bersiv da pirsên rojnamevanan û esas îşaret bi mîsyoneke nû ya rêxistina eskerî kir.
Gazin ji Trump kirin
Stoltenberg got, “Em di tifaqa xwe de di kêliyeke girîng de ne û bi konsepta Stratejiya 2030’an di têkiliyên transatlantîk de em beşekî nû vedikin.” Stoltenberg, kêfxweşiya xwe ya ji ber girêdana Serokê Amerîkaya Joe Biden a NATO’yê anî ziman û got, “4 salên bihurî careke din nîşanî me dan ku pewîstiya me bi organîzasyonên mîna NATO’yê yên pirrneteweyî heye. Hevpariya me ji serokên weke ferd û wê wêdetir e.”
Çîn ne dijmin e ji Rûsya sil e
Derbarê têkiliyên NATO’yê yên bi Rûsyayê re Stoltenberg got, “Ji ber tevgerên Rûsyayê têkiliyên me yên bi Rûsyayê re ji bidawîbûna Şerê Sar ve di asta jêr de ne." Jehrîkirin, êrişên sîber, bûyerên li Ûkrayna û Gurcistanê sedemên din ên silbûnê ne li gorî Stoltenberg. Di dewamê de ew dibêje, "Lê em rêyeke dualî dişopînin. Lewre di mijara avhewa û kontrolkirina çekan de gavên ku em bi Rûsyayê re bavêjin hene. Em ê diyalogê bidomînin. Ev nîşana hêzê ye.”
Stoltenberg, bal bire ser têkiliyên bi Çînê re jî û got, “Em şerekî nû yê sar bi Çînê re nadin destpêkirin. Nêzî me dibe. Di fezaya sîberê de em Çînê dibînin. Em li Efrîkayê Çînê dibînin. Lê di heman demê de Çîn razemeniyê li binesaziya me jî dike. Em dizanin ku Çîn nirxên me parve nake. Çîn ne dijmin û hevrikê me ye. Dîsa, bi Çînê re di mijara krîza avhewa û kontrolkirina çekan de firsend hene. Çîna ku nirxên me parve nake û zextê li azadî, Hong Kongê û hindikahiyan dike, hem di hundir de hem jî li derve ji ber vê nêzikbûna xwe ya zextan ji bo ewlehiya me rîsqeke mezin çêdike."
Gelo Efxanistanê dixin stûyê Tirkiyeyê?
Li ser vekişîna ji Efxanistanê jî Stoltenberg got, “Em ê ji derve piştgiriya xwe ya hêzên Efxan bidomînin. Emerîka û Tirkiye ji bo ‘piştgirî’ û ‘balefirgeha navneteweyî” hevdîtinên xwe yên bi Hikûmeta Efxanistanê re didomînin.”
Axir ji bo Kurdan wê NATO di plangeriya xwe û komoployên tinekirinê de israr bike yan na, wê piştî civînê bi helwêstên welatên endamê wê zûzûka eşkere bibe.