Te Go Erê?

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 29 Nîsan 2021 - 03:46

Bernameya pêşbirkê ya ‘Te Go Erê’ ku bi pêşengiya Pel Filmê hatiye amadekirin li ser medyaya civakî tê weşandin. Kesên bixwazin pirsan bibînin û tevlî bernameyê bibin, dikarin hesabên medyaya dîjîtal ên “Te Go Erê” bişopînin.

Pêşbirka “Te Go Erê” bi pêşkêşvaniya şanogerê Kurd Omer Şahîn bala temaşevanan dikişîne ser xwe û dixwaze kesên elaqedar tevlî pêşbirkê bike. Şahîn dibêje, di vê bernameyê de kelecan, rîsk û coş û her wiha xelat hene. Di her beşê de 3 kes dikarin tevlî pêşbirkê bibin û bersivê bidin pirsên Kurdî. 

Kesên bixwazin tevlî bernameyê bibin, ji ser hesabên medyaya dîjîtal yan jî ji ser (tegoere@gmail.com) dikarin miracaetî bernameyê bikin. 

NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.