Te çima wêneyê Kurdan parve kir

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 12 Çile 2023 - 01:14

Parlamenterê berê Michel Brandt ji ber ku di xwepêşandanekê de 'sembolên qedexekirî' hate dîtin, ketibû ber dozê. Rûniştina biryardana dozê ya li temyîzê li Karlsrûheyê pêk tê.

 

Michel Brandt ku li gel siyasetmedariyê her wiha şanogereke, di navbera salên 2017-2021'ê de ku endamekî Meclîsa Federal bû, yek ji wan parlamenteran bû ku piştevaniya gelê Kurd û Kurdistanê dikir. 

Lê belê hema piştî ku parlamenteriya wî qediya, Brandt bû hedefa dadgeriya Elman.

Sala 2018'an dema ku serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan serdana paytexta Elmanya Berlînê kir, ji bo vê serdanê şermezar bike ala YPG'ê bi paceya buroya xwe ve kir. Ji ber vê yekê jî polîsan avêtin ser buroya Brandt a li Meclîsa Federal.

 

Dîsa ji ber wêneyekê tê darizandin

Niha jî ji ber ku sala 2019'an di medya dîjîtal de wêneyek parve kir û di wêne de 'sembolên qedexekirî' tê dîtin, di bin zexta dadgeriya Elman de ye. Rûniştina temyîzê ya cezayê par li Brandt hate birîn wê îro li Dadgeha Eyaletê ya Karlsrûheyê pêk were.

Beriya ku rûniştinê, Partiya Çep wê ji bo piştevaniya bi Brandt re li pêşiya avahiya dadgehê xwepêşandanekê lidar bixe. Di xwepêşandanê de wê Parlamentera Federal a Partiya Çep Gokay Akbûlût û Hevberdevka Partiya Çep a Eyaleta Baden-Wurttembergê Sahra Mirow biaxivin.

 

Divê tavilê qedexeya li ser PKK’ê rabe

Rêxistina Partiya Çep a Eyaleta Baden-Wurttembergê beriya rûniştinê û xwepêşandanê daxuyaniyek weşand û zexta hiqûqî ya li ser Michel Brandt bi tundî şermezar kir. Partiya Çep ragihand ku doza li dijî Brandt şêweyekî nû yê siyaseta ji bo krîmînalîzekirina Kurdan e û got, "Qedexeya li ser PKK'ê li Elmanyayê li pêşiya azadiya fikir bi rengekî cidî dibe asteng. Lewma divê tavilê dawî li vê qedexeyê bê anîn."

 

Ev doz ji bo çavtirsandinê ye

Parlamentera Partiya Çep Gokay Akbûlût jî diyar kir ku hevalê wan Brandt ê parlamenterê berê ji ber ku piştgirî da Kurdistanê hatiye krîmînalîzekirin û got, "Ev doz teqez ji bo çavtirsandin û tepisandina her kesên piştevanê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ye. Em ê nehêlin ku piştgiriya bi Kurdistanê re weke sûc bê dîtin."

 

Li benda bidawîbûna parlemeniyê bû

Sedema doza ku li hemberî Michel Brandt hate destpêkirin û weke sûc tê nîşandan, wêneyekî di dema xwepêşandaneke sala 2019'an a li bajarê Strasbourg ê Fransayê ye. Brandt wêne li ser hesabên xwe yên Facebook û Instagramê parve kir û xwest ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava tavilê bi dawî bibin.

Dozgeriya Karlsrûheyê ku parvekirinên Brandt qeyd kir, sala 2021'ê du hefte piştî bidawîbûna parlamenteriya Brandt kete nava liv û tevgerê. Dozgeriyê qedexeya li ser PKK'ê ya li Elmanyayê kir hincet û îdîa kir ku di wêne de 'sembolên qedexekirî' tê dîtin. Di Çileya 2022'an de jî biryar li ser dozê hate dayin û parlamenterê berê bi dayina 14 hezar Euro cezayê pereyan hate cezakirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.