Yekîtiya Baroyan a Tirkiyê (TBB) û 28 baroyan dijî darbeya qeyûm ya li ser Şaredariya Colemergê daxuyanî dan. Baroyan bang li AKP’ê kirin ku qeyûm bi paş ve vekişîne û şaredarê hilbijartî dîsa were ser karê xwe.

28 baro li dijî desteserkirina îradeyê ya li Colemêrgê daxuyaniyek hevpar dan. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Şaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş bi hinceta lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê li Wanê hat destgîrkirin û Avahiya Xizmetguzariyê ya Şaredariya Colemêrgê ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin û li avahiyê lêgerin hat kirin.”

Dev ji tayinkirina qeyûm berdin

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Dema ku ev geşedan qewimîn, Wezareta Karên Hundir bi daxuyaniyekî ragihand ku Waliyê Colemêrgê ji bo Serokatiya Şaredariya Colemêrgê tayîn kirine. Di demên dawî de xisûsa ku li welatê me herî zêde pêwîstî pê dibe, avakirina norm û nirxên gerdûnî ye. Ji bo vê şerta pêşîn jî hebûna rêveberiyeke wekhev, azadîxwaz û aştiyane ye. Bi biryara tayînkirina qeyûmê re mafê hilbijartin û hilbijîrînê ku bingeha demokrasî û hiqûqê ye, hat astengkirin. Em careke din bi bîr dixin; şartê ewil û pêwîst ê demokrasiyê naskirina îradeya hilbijêran e. Erka hemû kesî ye ku xwedî li îradeya hilbijêran derkevin û demokrasiyê biparêzin. Di vê çarçoveyê de em bang li desthilatdariya siyasî dikin ku dev ji tayînkirina qeyûman berde û şaredarê ku hatiye hilbijartin vegerîne.”

Baroyên ku daxuyanî dan wiha ne: “Baroya Amedê, Baroya Semsûrê, Baroua Agirî, Baroya Enqere, Serokê Baroya Antalya, Baroya Êlihê, Baroya Çewlîgê, Baroya Bedlîsê, Serokê Baroya Boluyê, Serokê Baroya Burdurê, Baroya Bursayê, Serokê Baroya Çanakaleyê, Serokê Baroya Çankiriyê, Baroya Amedê, Baroya Colemêrgê, Baroya Îdirê, Baroya Ispartayê, Baroya Îzmîrê, Baroya Qersê, Baroya Kocaelî, Baroya Mêrdînê, Baroya Mûşê, Baroya Sêrtê, Baroya Rihayê, Baroya Şirnexê, Baroya Dersimê, Baroya Zonguldakê.”

TBB: Qeyûm paş ve bikişînin

Her wiha Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê (TBB) jî têkildarî destgîrkirina Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş û tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê daxuyaniyek nivîskî weşand. 

Yekitiya Baroyan diyar kir ku bi tayînkirina walî re îradeya gel-hilbijêran li ber çavan nehatiye girtin û li şûna walî bê tayînkirin meclisa şaredariyê dikaribû encûmenek ji nava xwe bijarta.

Yekitiya Baroyan da zanîn ku divê Wezareta Navxweyî dest ji biryara ku girtiye berde û serokê şaredariyê li wezîfeya xwe bê vegerandin û divê dest ji sepanên ku tê wateya destwerdana li dijî mafê bijartin û hilbijartinê bê berdan.

MA