Artêşa Iraqê ketiye nav taxa Newroz a Kerkûkê û dixwaze xelk malên xwe vala bikin û dixwaze di malên Kurdan de malbatên Erebên biyanî li bajêr bicih bikin. Kurdên taxa Newroz li dijî vê hewldanên dagirkeriyê û Erebkirinê ya artêşa Iraqê, konê çalakiyê vedane û 13 roj in di çalakiyê dene. Niha di 7 xaniyên li taxê ji aliyê leşkerên Iraqê ve bi wesayîtên zirxî hatine dagirkirin. Hê jî leşkeran malên li taxê yên dagirkirî vala nekirine. Li beramberî vê hewildanê xelkê taxê kon vedaye û li ber xwe didin. Çalakiya konvedanê ya xelkê taxa Newroz a Kerkûkê bê navber dewam dike. Xelkê taxê hewildanên artêşê weke binpêkirina mafên wan binav dikin û dibêjin, piştî rejîma Baasê ew careke din li malên xwe bicih bûne û yasayî ye.
Li Taxa Newrozê ya Kerkûkê 200 xanî hene, xelkê li taxê Kurd in. Ji ber ku di dema xwe de li dijî rejîma Baasê rabibûn, di wê serdemê de vegeriyabûn Hewlêr û Silêmaniyê. Piştî rejîma Baasê diruxe, careke din xelkê taxê vedigere ser malên xwe û di xaniyên xwe de bicih dibin. Hêjayî gotinêye ku di 10’ê Çileyê de polêsên Pirdê ya li sînorê Kerkûkê 5 welatiyên Kurd û welatiyekî din ê Tirkmen bi îdîaya ku derbasî maleke hikûmetê bûne, girtin.
ROJNEWS