- Yekîtiya Parêzeran a Herêma Cizîrê xiyaneta PDK’ê şermezar kir û xwest ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bêne kirin.
Yekîtiya Parêzeran a Herêma Cizîrê xiyaneta PDK’ê şermezar kir û xwest ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bêne kirin.
Yekîtiya Parêzeran a Herêma Cizîrê doh çû serdana çalakiya konvedanê ya li Sêmalkayê ya ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên di kemîna li Xelîfanê de şehîd bûne.
Parêzer li pêşiya deriyê Pêşxabûr kom bûn û berê xwe dan konê çalakiyê yê ku îro 54 roj in hatiye vedan.
Li deriyê Pêşxabûr Yekîtiya Parêzeran daxuyaniyek da. Parêzer Mihemed Emîn El-Neîmî daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de Yekîtiya Parêzeran kemîna ku hêzên PDK’ê li pêşiya komeke gerîla danîbû, şermezar kir û got, radestnekirina cenazeyan li dijî qanûnên navneteweyî ye.
Yekîtiyê got, sûcê li Xelîfanê û radestnekirina cenazeyan, plankirî ye û yekser bi fermana dewleta Tirk a faşîst pêk hatine.
Yekîtiyê ragihand ku kirinên PDK’ê li dijî Peymana Laheyê ya sala 1907’an in.
Yekîtiya Parêzeran bi bîr xist ku armanca sereke ya Peymana Laheyê ew e ku bi rêbazên rast û li gorî rêgezên edalet û qanûnên navneteweyî parastina aştî û ewlehiya navneteweyî were kirin.
Di dawiya daxuyaniyê de Yekîtiya Parêzeran got, “Em bang li PDK’ê dikin da ku demildest cenazeyan radestî malbatan bike.”
DÊRIK